ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Nîsana 2020'an.

OMCT nerazîbûneke tund nîşanî qanûna înfazê ya dewleta Tirk da ku ji ber pandemiya Covîd-19 amade kir, lê belê girtiyên siyasî li derveyî wê dihêlin. OMCT destnîşan kir ku cihêkarî nayê qebûlkirin û hikumeta Tirk hişyar kir.

Li Brîtanyayê, Heyva Sor tevî saziya alîkariyê Cîtîzen UK alîkariyê dide mirovên li derve dimînin, bêmal, xizan û nexweş in.

Nivîskar, kameraman û derhêner Dersim Zêrevan (Jîhan Esad Şehmûs) şagirta pêşengê sînemaya çiyê Halîl Dag e. Zêrevan qala sira çiyê, taybetmendiyên Halîl ên nayên zanîn û projeyên xwe kir.

Rojnameya Jinê "Newaya Jin" bi manşeta "Ber bi enternasyonala jinê ve" hejmara xwe ya Nîsanê weşand. naveroka rojnameyê wê rojên pêş li ser malpera Newayajin bê weşandin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres got, pandemiya Covîd-19 ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve krîza herî nebaş e.