KCD: Civak hiqûqa înfazê ya cihêkar qebûl nake

KCD diyar kir ku civak hiqûqa înfazê ya cihêkar qebûl nake û banga destekdayîna kampanyaya îmzeyan kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî kampanyaya îmzeyan a li dijî cihkariya hiqûqa înfazê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de KCD’ê bal kişand ku ji ber şewba vîrûsa Koronayê girtî di nava metirsiyê de ne, bal kişand ku hiqûqa înfazê ya cihkar nayê qebûlkirin.

KCD’ê diyar kur ku li gel kûrkirina cihkariyê xistina mafê beşekê ya hiqûqê bi qasî ku ne adil e, wê rê li ber nerazîbûna wîjdana civakî jî veke. KCD’ê destnîşan kir ku ji bo krîzek din li krîzên civakî, siyasî û aborî yên Tirkiyeyê zêde nebe, divê hiqûqa bê derxistin bi awayekî asayî ji bo her kesê be.

Herî dawî KCD’ê banga piştevaniya kampanyaya îmzeyan a MED TUHAD-FED a ji bo girtiyan dabû destpêkirin bike, da.