KESK: Polîtîkayên desthilatdariyê ji şewbê re çare nîne

KESK'ê diyar kir ku şewba vîrûsa koronayê herî zêde bandorê li kesên xizan dike û bal kişand ser girîngiya piştevaniya civakî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Polîtîkayên desthilatdariyê ji şewbê re çare nîne."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li ser bandora şewba vîrûsa koronayê li ser mirovên xizan û hatineya wan kêm e, daxuyaniyek weşand.

'POLÎTÎKAYÊN TÊNMEŞANDIN ÇARE NÎNE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî ku gefa şewbê kêlî bi kêlî mezin dibe, li febrîqeyan, kargehan û zeviyan bi milyonan karker, kedkar û mirovên hatineya xwe kêm in dixebitin. Polîtîkayên ku şert û mercên wan li ber çavan nagirin, çare nîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku derketina ji nava krîzê bi piştevaniya civakî dibe.

KARÊ KU DIVÊ TAVILÊ BÊN KIRIN

KESK'ê çend ji karên lezgîn ên divê bên kirin wiha rave kir:

"Hejmara testê divê bê zêdekirin, test divê bi berfirehî bê kirin.

Di dema şewbê de divê welatî karibin bêpere ji xizmeta tenduristiyê sûdê werbigirin.

Divê bersiv ji daxwazên bingehîn ên karkeran re bê dayin.

Pirsgirêkên li ser agahdarkirina personelan û perwerdeyê divê tavilê ji holê bên rakirin û karker tevlî pêvajoya biryardayinê ya li kargehan bibin.

Di serî de mamosteyên bimûçe û karkerên kreşê, kesên ku di vê pêvajoyê de zerar dîtine, yên bêpere ketine betlaneyê û karkerên peymana wan hatine betalkirin, divê zerara wan tavilê bê çareserkirin.

Ji bo karkerên tenduristiyê ekîpmanên pêwîst bên tedarikkirin, kontrol û testên wan bi rêk û pêk bên kirin û cihê lê dixebitin bên ewlekirin.

Beriya her tiştî girtî tavilê bên berdan; li gorî azadiya îfadeyê û mafê jiyanê girtiyên siyasî, rojnamevan, extiyar, mehkûmên nexweş û zarokên girtî tavilê bên berdan, cezayên wan bê taloqkirin.

Li navendên vegerandina penaberan tevdîrên pêwîst di asta herî bilind de bên wergirtin.

Di pêvajoya şewbê de saziyên tenduristiyê yên taybet hemû bikevin bin kontrola cemaweriyê, xizmetên nexweşxaneyên taybet ên veguherîne nexweşxaneya pandemî bêfatûre bin."