DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê dest bi kampanya îmzeyan kirin

DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê bi navê "Di têkoşîna dijî şewba vîrûsa koronayê de, 7 tevdîrên ji bo parastina tenduristî, kar û xwarina gel" dest bi kampanya îmzeyan kirin.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK9, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) metna ji 7 daxwazên tevdîrên ji bo têkoşîna li dijî şewba Covîd-19 kes û saziyan kirin ku îmze bikin.

Daxwazên ku di metnê de cih digirin û daxwaza pêkanîna wan ji hikumetê tê kirin wiha ne:

"Ji bilî karên bingehîn, ji neçarî, mal ên lezgîn û xizmetê, karên din hemû di pêvajoya şewbê de tavilê bên rawestandin.

Di dema şewbê de derxistina ji kar divê bê qedexekirin, piştgirî ji esnafên biçûk re bê dayin, ji xebatkaran re destûra bi mûçe bê dayin û maeşê bêkaran bêşert ji mirovên bêkar re bê dayin.

Deynên krediyan, fatûreyên av, elektrîk, gaza xwezayî û ragihandinê di dema şewbê de bêyî bên zêdekirin bên taloqkirin.

Saziyên tenduristiyê yên taybet di vê demê de ji kontrola cemaweriyê bên derbaskirin, welatî bêşert karibin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û ev xizmet jî bêpere be.

Di koodînasyona têkoşîna dijî şewbê de divê dîsîplîneke tund hebe, nêzîkatiyeke bi zanistî bê nîşandan û agahî bi rengekî eşkere bên parvekirin.

Di serî de li gel doktor û xebatkarên tenduristiyê û şaredariyê, di karên ji neçarî hemûyan de di serî de ekîpmanên parastinê, hemû kêmasî bên çareserkirin, bawerî ji wan re bê dayin ku karê wan ranaweste û her kesên di vî karî de dixebitin bi rêk û pêk di testê de bên derbaskirin.

Di dema şewbê de ji bo mirovên xizan, koçber û girtî/hikumxwaran ku weke mirovên dezavantaj tên dîtin, tevdîrên qanûnî û pratîkî yên ku tenduristî û jiyana wan biparêzin bi cih bên anîn."

Metna îmzeyê: