Hevberdevkên Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Tenduristiyê ya HDP'ê Necla Kûrûl û Samet Menguç daxuyaniyek weşandin û diyar kirin ku kedkarên tenduristiyê yên bi biryarnameyê ji kar hatine derxistin li kar bên vegerandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rewşa tirsnak a sîstema tenduristiyê û tenduristiya gel, bi şewba vîrûsa koronayê ji nû ve hate bîra mirovan."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 12 hezar kedkarên tenduristiyê ji kar hatine derxistin û hate gotin, "Divê kedkarên cemaweriyê ji lîsteyên biryarnameyan bên derxistin û li karê xwe vegerin."
Komîsyonê bal kişand ser rîska li girtîgehan û destnîşan kir, "Li girtîgehan ku xwevegirtina ji hev a civakî nepêkane û şert û mercên hîjyenê lê nîne, girtiyên siyasî jî di nav de divê guhertina qanûnê ya ji bo kêmkirina ceza bi şertên wekhev bê kirin û cihêkarî neyê kirin."