MED TUHAD-FED ji bo sererastkirina înfazê ya wekhev kampanyayek dide destpêkirin

MED TUHAD-FED a di hiqûqê de sererastkirina înfazê ya wekhev daxwaz kir, bi desteka partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û ked kampanyayeke ya îmzeyan dide destpêkirin.

Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), li ser xeteriya şewba vîrûsa Korona (Covîd-19) a li girtîgehan gihişte asteke xeternak dest bi kampanyayeke ya îmzeyan dike.

Kampanyaya ku partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kedê jî di nav de ji 39 sazî û dezgehan pêk tê, dike hedef ku milyonek îmze bê komkirin.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz diyar kir ku li cîhanê ji bo vê şewba mezin pêwîstî bi sererastkirina hiqûqê heye, diyar ku ku şew bê ku nîjad, cins diyar bibe belav dibe. Temîzyuz ji bo vê divê di sererastkirina hiqûqê de jî wekhevî hebe, lê dibînin ku cudahiyek heye. Temîzyuz bibîr xist ku her çendî tedbîr ji derve hatine girtin lê her diçe ev şewb belav dibe û pirsa; ‘Di van şert û mercan de gelo dikare pêşî li belavbûna vê şewbê ya li girtîgehan bê girtin an ne?’ Temîzyuz bibîr xist ku her diçe fikar zêdetir dibin, diyar kir ku dengê civak derdixe ji bo ku li girtîgehan tu kes nemirine.

Temîzyuz da xuyakirin ku wek MED TUHAD-FED’ê ji bo sererastkirineke wekhev a hiqûqê bi saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û kedê re hevdîtin bikin. Temîzyuz diyar kir ku li ser hevdîtinên hatin kirin û daxwazên gel biryar dan ku dest bi kampanyayeke ya îmzayan dike.

Temîzyuz bi domdarî got: “Naveroka kampanyayê daxwaza sererastkirina înfaza wekhev e. Em dikin hedef ku milyonek îmze kom bikin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kedê destek dikin. Piştî temamkirina formatê wê kampanya bi raya giştî re bê ragihandin.”