ROJEVA 31'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Adara 2020'an.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nifûsa xwe pênc milyon e û milyonek penaber lê ne, li pêşberî vîrûsa koronayê bi tena serê xwe hatiye hiştin.

Li ser girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Baybûrtê pêkanînên kêfî, gef û zext zêde bûn.

Aborînas bal kişand ser krîza aboriya Tirkiyeyê ku ji ber deynê giran, budçeya şer û çikandina çavkaniyan rû da û got, niha jî wê vê krîzê bixin stuyê şewbê.

DYE'yê ragihand ku wê sîstema xwe ya parastina hewayî Patrîot li Iraqê bi cih bîke. Hate îdîakirin ku ev biryar ji bo parastina yekîneyên Emerîkî yên li Iraqê hatiye wergirtin.

Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ku weke tevgera dawî ya gerîla ya li Kolombiyayê tê dîtin, ji ber pandemiya Covîd-19 bi rengekî yekalî ji bo mehekê agirbest ragihand.

Halîl Dag ku li çiyyaên Kurdistanê derhênerî dikir, beriya 12 salan di şerekî de jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Dag, me rêwîtiya wî ya ber bi çiyê ve ji nivîsên wî vegot.

Kêmbûna buhayê petrolê ya ji ber pandemiya Covîd-19, tê gotin ku wê bandoreke giran li Rûsyayê bike.

Gerîllayê bi navê Egîd Reqa yê ku ji Reqayê berê xwe da çiyayên Kurdistanê dibêje ku “Min di nava PKK’ê de hevaltî dît. Di nav PKK’ê de hevaltiyeke gelekî xurt heye.“