30 rêxistinên Ewropî: Girtiyan berdin

30 rêxistinên Ewropayî bang li Tirkiyê kirin ku girtiyên ji ber vîrûsa Covîd-19'ê li ser jiyana wan taloke heye, werin berdan.

Banga 30 rêxistinên Ewropî li ser malpera înternetê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî 30'ê Adarê hate weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin li Tirkiyê parezvanên mafên mirovan jî di nav de li ser jiyana gelek girtîyan ji ber vîrûsa Covîd-19'ê talokeya jiyanî heye û hate xwestin ku demildest werin berdan.

Di daxuyaniyê de hate gotin gelek parêzvanên mafê mirovan, nûçegihan û girtiyên din ji ber ramanên xwe gotine niha girtîn e û hate xwestin dewleta Tirk hemûyan berde.

Di daxuyaniyê de yasaya înfaza cezayê ya ku haziriya wê tê kirin ku bînin meclîsê hate bibîrxistin û hate gotin, ''Dema ku mirov li pêşniyara yasayê ya dewleta Tirk dinere, ev mirov (nûçegihan, parêzvanên mafê mirovan, kesên ku ramanên xwe gotin) wê neyên berdan, li nav dîwaran bimînin.''

Bi berdewamî hate gotin,''Hikûmet divê plansaziya wê bike, derdorên ku wê zêdetir bikevin ber bandora Covîd-19'ê jî berde'' û hate domandin,''Girtiyên yixtiyar, girtiyên ku bi nexweşiyên giran in nehatin berdan. Rayedar divê lê baldar bin ku hemû girtî bi rehetî ji xizmeta tendiristiyê sûd werbigirin.''

Rêxistinên Ewropî pêşnûmeya yasayê ku tê payin rojên pêşiya me li parlamentoya  Tirk were qebûlkirin bi bîr xist û got,''Ev yasa reformên hiqûqî ku hikûmetê havîna par ragihandibû, mîna pakêta sêyan bipejirîne.''

Bi berdewamî hate gotin yasaya 'antî terorê' ya ku li Tirkiyê sazkar e li dijî mirovan bi rengekî ne baş tê bikaranîn, ji vê yasayê herî pir nûçegihan, aktivîsên siyasî, parêzer, parêzvanên mafê mirovan, kesên ku ramanên xwe vedibêjin ziyanê dibînin, rewşa Osman Kavala û siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş, akademîsyen û parêzvanên mafê mirovan hate bibîrxistin û hate bi Demîrtaş re nexwşiya dil heye, temenê nûçegihan Ahmet Altan û Osman Kavala di ser 6'î re ye û ew di nav wê komê de ne ku Covîd-19 dikare bandorê li ser wan bike.

Rêxistinan wiha bang li dewleta Tirk kirin: ''Em bang li rayedarên Tirk dikin ku vê rewşê weke fersendê bibîne, mirovên ku bi neheqî li girtîgehan in, li ser tenduristiya wan gefeke mezin heye demildest berdin. ''

RÊXISTINÊN KU ÎMZE DANE

ARTICLE 19 Punto24,

Platform for Independent Journalism

Amnesty International

ARTICOLO 21

Association of European Journalists (AEJ)

Cartoonists’ Rights Network International (CRNI)

Committee to Protect Journalists (CPJ)

Danish PEN

English PEN

European Centre for Press and Media Freedom (ECPMF)

European Federation of Journalists (EFJ)

Freedom House

Frontline Defenders

German PEN

Index on Censorship Initiative for Free Expression – Turkey (IFoX)

International Press Institute (IPI)

IPS Communication Foundation/bianet

IFEX – the Global Network Defending and Promoting Free Expression

Norwegian PEN

Osservatorio Balcani e Caucaso Transeuropa (OBCT)

PEN Canada Reporters Without Borders (RSF)

South East Europe Media Organisation (SEEMO)

Swedish PEN Turkey Human Rights Litigation Support Project (TSLP)

Wan-Ifra/World Association of News Publishers