OMCT: Qanûna ceza ya Tirk, cihêkariya siyasî, olî û etnîkî ye!

OMCT nerazîbûneke tund nîşanî qanûna înfazê ya dewleta Tirk da ku ji ber pandemiya Covîd-19 amade kir, lê belê girtiyên siyasî li derveyî wê dihêlin. OMCT destnîşan kir ku cihêkarî nayê qebûlkirin û hikumeta Tirk hişyar kir.

Organîzasyona Têkoşîna li dijî Êşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) Şaxê Ewropayê daxuyaniyek weşand û nerazîbûneke tund nîşanî pêşnûme qanûna dewleta Tirk da ku ji ber pandemiya Covîd-19 têkildarî girtiyan amade kiriye.

'CIHÊKARIYA SIYASÎ, OLÎ Û ETNÎKÎ YE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, pêşnûme qanûna ku ji bo berdana mehkûman a ji ber şewbê erênî ye, lê belê bêsûdhiştina girtiyên siyasî ji qanûnê, cihêkarî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê OMCT, em bang li hikumeta Tirk û qanûnçêkeran dikin, ku di çarçoveya mafên mirovan de cihêkariya siyasî, etnîkî, nîjadî û olî nexin nava mehkûman."

'ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHAN METIRSIYÊ ZÊDE DIKE'

OMCT bi bîr xist, ku kapasîteya girtîgehên Tirkiyeyê ne di ser 200 hezar girtî re ye û destnîşan kir, hejmara girtiyên heyî di ser vê kapasîteyê re ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê (KE) beriya niha hem ji ber qelebalixiya girtîgehan hem jî şert û mercên girtîgehan Tirkiye rexne kiribûn û fikarên xwe yên di vê mijarê de parve kiribûn. Îro jî ev qelebalixiya li girtîgehan û şert û mercên girtîgehan ji ber şewba Covîd-19 jiyana mehkûman dixe nava metirsiyê."

'BÊSÛDHIŞTINA SIYASIYAN JI QANÛNÊ...'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, rojnamevan, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de bi hezaran mehkûmên ji ber 'qanûna têkoşîna li dijî terorê' hatine girtin, wê nikaribin ji vê pêşnûme qanûna li dijî Covîd-19 sûdê werbigirin û hate gotin, "Lê belê tê zanîn ku qanûnên têkoşîna 'li dijî terorê' bi rêk û pêk ji bo bêdengkirina rojnamevan, parêzer, mûxalîfên siyasî û parêzvanên mafên mirovan hatine bikaranîn. Bêsûdhiştina van mehkûman ji şertê berdana zû, cihêkariya eşkere ya li hemberî mehkûman e. Eger rewş bi vî rengî be hingî Tirkiye wê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Peymana Mafên Siyasî û sivîl a Navneteweyî û gelek berpirsyariyên xwe yên navneteweyî binpê bike."

DAXWAZ

Di daxuyaniyê de banga Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet a li dewletan hate bibîrxistin ku gotibû, "Mehkûmên siyasî, mûxalîf û her kesên bêyî sparteyeke qanûnî girtî tên darizandin divê bên berdan."

Di daxuyaniyê de ev bang li rayedarên Tirk hate kirin:

"Ji ber zêdebûna metirsiya şewba Covîd-19, bêyî cihêkariya siyasî, etnîkî yan jî pîşeyî mehkûman tavilê berdin.

Dema ku mehkûm zû hatin berdan, divê bi rengekî wekhev nêzî mehkûman hemûyan bibin.

Parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, mehkûmên siyasî û siyasiyên ti bûyereke tundiyê nekirine yên ji ber azadiya ramanê hatine girtin tavilê berdin.

Ji bo mehkûmên li derveyî van, şert û mercên girtîgehê sererast bikin, bi bikaranîna rê û rêbazên cuda mesafeya fîzîkî ya mehkûman a li girtîgehê û derveyî girtîgehê kêm bikin, bi rêya teknolojiya nûjen bikin ku parêzer karibin pêwendiyê bi mehkûman re deynin û li gorî pîvanên navneteweyî xizmeta tenduristiyê bêyî cihêkariyê pêşkêş bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê rewşa li girtîgehên Tirkiyeyê bişopînin û ji bo hurmet ji tenduristiya gel û azadiya bingehîn re bê nîşandan wê bikevin nava liv û tevgerê.