HDP: Li şûna pêşîgirtina şewbê mirina mirovan li ber çav girtin!

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê piştî civîna bi vîdeokonferansê li dar xistû û şûnde encamnameyek ragihand. HDP’ê diyar kir ku rêveberên Tirkiyeyê li şûna pêşiya şewbê bigirin mirina mirovan da ber çavên xwe.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê piştî civîna bi vîdeokonferansê li dar xistû û şûnde encamnameyek eşkere kir. HDP’ê encamnameyak ji 14 xalan pêk tê ragihand.

Xalên ku HDP’ê rêz kirî wiha ne:

“1-Her diçe vîrûsa Korona li Tirkiyeyê zêdetir dibe û bajarên mezin jî di nav de welat dixe bin bandora xwe. Ji ber hê peydanebûna derziya wê û dermankirina wê rê li ber rûbirûbûna mirovan a ber bi encamekî nediyar ve dibe.

2-Ev ketina çiravê ya kapitalîzmê ye ne mirovahiyê ye. Ev şewb girêdaneke xurt a welatên kapitalîzmê û hemû welatan bi hev re heye. Dîsa encama kara zêde ya kargehên kapitalîzmê û aboriya cîhanî, qedandina çavkaniyê xwezayî û civakî ye. Vîrûsa Korona bi mirinên zêde yên li navendên kapitalîzmê re kir ku sîstema tenduristiyê hê ji mêj ve hilweşandiye.

3-Desthilata li Tirkiyeyê li şûna derbaskirina nebesî û kêmaniyên ku her roj rê li ber mirina ruhî vedike bigire, ketiye nava hewldanên nixûmandinê. Ji roja yekê ya vîrûsa Korona derketî û vir ve ji bo tenduristiya civakî û gel ti gavek pêwîst nehatiye avêtin, tedbîrên ku demê wê nehatîn kirin, rê li ber mirina mirovan vedike.

4-Li gorî nepêwîst bergiriya ji vîrûsê re nehatî kirin rê li ber bi lez a belavbûna vîrûsê vekir û gelê me bi xeteriyeke mezin re rû bi rû hatiye hiştin. Bi biryarên girtî û didin pêkanîn rayedarên Tirkiyeyê bi hinceta ‘çerxa xwe bizivirînin’ ne ji bo sekinandina şewbê ketine pey ‘kêmkirina’ şewbê û ev jî kir ku rê li ber mirinan veke. Bi hewldana ‘ê mir ji xwe mir ê ma jî yê me ye’ xwestiye rewşa heyî weke fersendê bikar bîne. Rê li ber windakirina dem û encamên ku siberojê rû bimînin vekir. Gunehê vê girane.

5-Dest danîna ser xebatên rêveberiyên xwecihî yên di demê krîzê de xwedî hêz û derfet, raye bi rêya waliyan gavên civînê yên ji navendî bûnê; ji yek destî û Qesrê ji rastiyê dûr û bi rêbazerke kêfî kirin. Dîsa ketine nava hewldanên bêbandorkirina Desteya Zanistê. Bi taybet derxistiana rêxistinên pîşe yên tenduristiyê, Yekîtiya Tabîban a Tirkiyeyê û sendîkayan a ji rêveberiya kirîzê bi serê xwe pirsgirêkeke.

6-Di demekê de ku Covîd-19 belav dibe û şaredariyên me yên li dijî vê têkoşîn kirin hatin dagirkirin. 8 şaredarî bi qeyûman hatin desteserkirin. Ev yek weke biryarekê ku li dijî pîvan û vîna gelê Kurd kete dîrokê. Her wiha bi zimanê dayikê xebatên şaredariyê yên me hatin astengkirin. Ev jî tê wateya êrîşekî li dijî tenduristiya gel û dijminahiya gelê Kurd.

7- Hê jî bi milyonan kedkar hene ‘neçarin ji mal’ derkevin û debara xwe bikin. Xebatên veguhestina giştî û mercên xebatê li gel xeteriya li ser wan xeteriyê li ser civakê jî dide çêkirin. Ji bo pêşîgirtina vê divê destûra bêhndanê ya heqdest bê dayîn û navber bê dayîna kar.

8-Roj roja kedkar, xebatkarên heqdestan, karker, cotkar, esnaf ku her yek li aliyekê welat kar dike, bi keda xwe dewlemendî, çavkanî û berhemên dihilberînin bi hişmendiyeke civakî parve bikin. Wekhevî û hişmendiya parvekar wê piştevaniyê xurt bike, tenduristiya gel biparêze, em ê bi hev re tedbîrên ku gel biparêze pêş bixin.

9-Bi banga 'li malê bimîne' li nav malê li ser jinan bûyerên tundiyê û îstîsmarê zêde bûne. Her wiha jinên ku ti mîsogeriya wan nîne ji kar têne avêtin û bêyî heqdesta wan bidin destûrê li wan ferz dikin. Hikûmet bi tevdîrên ku heta niha gotine li ser astengkirina tundiya li ser jinê û jikaravêtina jinan ti polîtîka diyar nekiriye.

10-Desthilat sersarî û bêberpirsyariya xwe li ser girtî û cezaxwariyên li girtîgehan jî didomîne. Çi girtî û jî cezaxwarî bin her kesê li girtîgehê ye mafê wan ê tendiristî û jiyanê heye û divê ev ji hêla dewletê ve hatibe mîsogerkirin. Ev mîsogerî li girtîgehan nikare were bicihanîn. Divê verastkirinên hewce yên yasayî werin kirin, girtiyên li girtîgehan demildest werin berdan.

11-Verastkirina yasayî ya Yasaya Înfazê ku wê newekheviyê bi xwe re bîne li dijî Destûrê û peymanên navnetewî ye. Li ser vê mijarê em biryardar in ku têkoşîna xwe bi derdora herî berfireh a civakê re bidomînin. Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de xwedî helwest bin, destekê bidin têkoşîna me û keda xwe li aştiya civakî zêde bikin.

12-Berpirsyariyeke mezin li ser rêxistinên civakî, yên pîşeyî, sazî û dezgeh, sendîka, komeleyên demokratîk û hewldanên welatiyan hene ku heta niha berjewendiya civakê û hewcehiya wê didan ber xwe. Peywira bivênevê ya civakî û muxalefeta siyasî ye ku li rojên vîrûsa koronayê bifikirin û piştî wê jî. Hewceyî pê heye ku ji alyekî ve Koordînasyona Krîzê ya Alternatîf û Lijneya Zanînê were avakirin û ji aliyê dî ve jî geşkirina hişmendiya wekhevîxwaz, piştevanî, parvekir ya li ser hişmenidya civakî peywireke me ya lezgîn e.

13-Krîza tendiristiyê ku îro di şertên hêlê de tê jiyîn siberojê wê veguhere ser krîza sosyal, aborî, ekolojîk û siyasî. Ji ber vê divê yekîneyên hêzên yên siyasî û civakî werin avakirin, haziriyên rêxistinî û polîtîk werin kirin, aştiya civakî û piştevaniya civakî were geşkirin, muxalefeta siyasî û civakî were nirxandin.

14-Em Partiya Demokratîk a Gelan dizanin ku em bi hev re têkoşînê û piştevaniyê geş bikin em dikarin bi ser bikevin. Li dijî vîrûsa koronayê hem bûyine xwedî helwest û hem jî em dikarin gelên me, derdora xwe, xwe ya ku dewletê ew piştguh kirine biparêzin û xilas bikin û hem jî em dikarin bi piştevaniya civakî û siyasî dikarin heq ji tehrîbata desthilatê derkevin û civakeke nû ava bikin.”