KESK'ê hişyar kir: Girtî di rewşeke metirsîdar de ne!

KESK'ê hişyar kir ku jiyana girtiyan hemûyan di rewşeke metirsîdar de ye û diyar kir, desthilatdarî dixwaze şewbê ji bo xwe weke firsendekê bi kar bîne.

Platformên Şaxên Stenbolê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) nerazîbûn nîşanî "Paketa dadgeriyê ya duyemîn" da ku li Meclîsê tê nirxandin.

Serokê Şaxê Yekemîn ê Stenbolê yê Sendîkaya Egîtîm-Senê Mesût Mîke têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Mîke bal kişand ser hejmara zêde ya girtiyan ku di ser kapasîteya girtîgehan re ye û destnîşan kir, qanûn divê hemû kategoriyan vehewîne.

Mîke diyar kir, di rewşekê de ku mirovên li derve bi zehmetî şert û mercên hîjyenê pêk tînin, zêdeyî 300 hezar girtî û hikumxwarên li girtîgehan di rewşeke metirsîdar de ne.

Mîke bi bîr xist, ji ber şewbê gelek welatan bêyî cudahiyê bixe nava girtiyên siyasî û edlî girtîgeh vala kirine, lê belê AKP mîna Kanal Îstanbûl û desteserkirina şaredariyan vê şewbê hewl dide ji xwe re weke firsendekê bi kar bîne.

Mîke got, "Eger şewb bigihêje girtîgehan wê mîna desthilatdariyê tevnegere. Wê cihêkariyê nexe nava kategoriyan. Di rewşeke wiha de desthilatdarî hîn jî cihêkariyê dike ku ev yek nayê qebûlkirin."

Mîke bang li desthilatdariyê kir ku tavilê dest ji helwestên xwe yên heyî berde.