Li Artûklû û Qabilcewz pêkanîna karantîna: Kesek mir

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê ji ber şewba Korona 14 kes hatine karantînekirin, kesek jî miriye. Li 3 tax û gundekî yê girêdayî Qabilcewz a Êlihê jî hatine karantînekirin.

Li Taxa Kabala ya Artûklû ya Mêrdînê yek jê 17 ê din 25 salî 2 kes teşxîsa vîrûsa koronayê kirin. Li ser vê li heman avahiyê 14 kes hatin karantînekirin. Li Taxa Kabala keseke 60 salî ji ber vîrûsa Korona mir.

Li gundê Altidere û 3 taxên Qabilcewz a Êlihê jî ji ber şewbê hatine karantînekirin. Qeymeqamtiya Qabilcewzê ragihand ku gund û taxên mijara gotinê heta fermaneke din wê di karantînayê de bin. Qeymeqamtiyê daxwaz kir ku ji navçe û gunda 14 rojan daxwaz kir ku ji mal dernekevin, eger ku ev yek li ber çavan neyê girtin wê karntînaya bi zorê bisepînin.