ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Ermenistanê gefên li dijî Şengalê hate şermezarkirin
Kurdên li Êrîvan a ku paytexta Ermenistanê ye dijîn, gefên li dijî Şengalê şermezar kirin. -
Di derbarê parlementêrê Agiriyê yê HDP’ê Ozturk de lêpirsîn hate destpêkirin
Di derbarê parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk de lêpirsîn hate destpêkirin. -
Milîsên Ûlaş Adali yên HBDH’ê li Stenbolê çalakiya bi bombe kir
Milîsên Ûlaş Adali yên HBDH’ê di salvegera 5’emîn a avakirina HBDH’ê de li Stenbolê çalakiyeke bi bombe kir. -
Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Afyonkarahîsarê bû û nedihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. -
KJAR: Eger em ferasetên yekperest tune nekin, wê Helebçeyên nû rû bidin
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr anî û komkujî weke "Roja biryardana li ser qiyameta Kurdan" pênase kir. KJAR'ê destnîşan kir ku komkujiyên gengaz bi tunekirina feraseta yekperest dikare bên astengkirin. -
ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Agirê Newrozê li Stenbolê hate dadan
Li Stenbolê agirê Newrozê yê pêşîn ji aliyê dayîkên laçikspî ve hate dadan. -
Girtiyên bi pençeşêrê nayên tedawîkirin
Li Stenbol, Izmîr û Enqerê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî hatin dayin, hate gotin desthilata AKP-MHP'ê girtiyên bi pençeşêrê bernade, girtî nikarin tedawî bibin. -
HDK deklerasyona Newrozê aşkera kir
HDK’ê têkildarî Newroza îsal ku wê li 30 bajar û 61 navenda bên pîrozkirin, deklerasyonek aşkera kir. -
Berxwedana girtiyên siyasî 107 roj li pey xwe hişt
Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo rakirina tecrîd û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehên Tirkiye-Kurdistanê dabûn destpêkirin di roja 107’an de ye. -
Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
Girtiyên siyasî yên ji Mêrdînê sirgûnî Amedê kirin, xistin bloka edliyan. Girtiyan anî ziman ku zext zêde bûne, ne xwarin û ne jî çayê didin wan. -
Çûhadar: Jinê di mal de hebis dikin
Endama MYK a Koonfederasyona Sendîkayên Keddarên Cemaweriyê (KESK) Elîf Çûhadar a ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku bêhiqûqî, tengbûna polîtîkayên karkirinê, desteknedayîna polîtîkayên sosyal, dîsa venêrîna îdeolojîk, jinê hebsî malê dike. -
ROJEVA 13'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Şirnexê pirtûkên girtiyan hate desteserkirin
Li Girtîgeha Şirnexê yaTîpa T gardiyanan bi ser qawûşên girtiyên siyasî de girtin û pirtûkên wan ên Kurdî hatin desteserkirin. -
Bi hezaran kes ji bo yên li Gaziyê hatibûn qetilkirin meşiyan
Di salvegera Qetlîama Gaziyê de bi hezaran kes meşiyan û qetlîam protesto kirin. Di meşê de peyama ‘Wê gel qatilan ceza bike’ hate dayîn û berxwedana zindanan silav kirin. -
Fezlekeya li dijî Gergerlîoglû ji Meclîsê re hate şandin
Fezlekeya li dijî Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû gihîşt Meclîsê. -
Pêkhateyên HBDH'ê: Ev çeper wê bê parastin
Pêkhateyên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera 5'an a damezrandinê axivîn û destnîşan kirin ku wê vê çeperê biparêzin û bi îradeya serketinê dest bi sala şeşan dikin. -
Forouhar: Bavê min beriya ku were kuştin bi Abdullah Ocalan re axivî
Parastou Forouhar, keça Wezîrê berê yê Îranê Daryûş Forouhar got, bavê wê beriya ku were kuştin bi Abdullah Ocalan re bi telefonê axiviye. Forouhar û hevjîna wî dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê bû, hatin kuştin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
HBDH: Heta serketinê em ê nesekinin!
HBDH'ê bi wesîleya salvegera 5'an a damezrandina xwe daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew rizgariya rasteqîn bi rêxistin dikin û heta serketinê wê nesekinin. -
HDP'ê serdana karkerên çandiniyê yên demsalî kir
HDP'ê li Mersînê serê sibehê serdana karkerên çandiniyê kir. Karkeran qala pirsgirêkên ji ber desthilatdariya AKP-MHP'ê û karsazan rû didin, dikin. -
'Aramî û ewlehiya Kurd û Kurdistanê ji Şengalê derbas dibe'
Sazî û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku gefa li ser Şengalê wê aloziyê mezintir bike û bi gotina "Xwedîderketina li Şengalê hest û helwesteke neteweyî ye" bang li hemû hêzên Kurdistanî kir. -
ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'Ê
Sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Însiyatîfa Zarokên Agir: 2 kargeh, 2 atolye, 1 TIR dan ber agir
Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku li çar bajaran 2 kargeh, 2 atolye û TIR’ek şewitandine.