Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

HBDH: Heta serketinê em ê nesekinin!

HBDH'ê bi wesîleya salvegera 5'an a damezrandina xwe daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew rizgariya rasteqîn bi rêxistin dikin û heta serketinê wê nesekinin.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuayniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Kurdistan û Tirkiyeyê, şoreşa yekbûyî di nava pêvajoyeke rojane û diyarker de ye. Li dijî rejîma komkujî û zextê ku xwe li ser kedkar û bindestan ferz dike, ji bo pêşketina civakî şerekî mezin tê kirin. Şoreşa yekbûyî û bingeha ku xwe dispêre rojane û çalak e. Daxwazên jiyanî yên civakê û daxwazên azadiyê yên civakî mîna çem ber bi deryaya şoreşê ve diherikin. Ev herikîn li gel bendên li hemberî xwe jî diherike."

'ŞOREŞ Û GUHERTINEKE RADÎKAL LI BER WELÊT E'

Komîteyê diyar kir ku sîstema komkujî û mêtingeriyê ya kapîtalîst dirize, têk diçe û wiha dewam kir, "Li gel zext, zilm û hovîtiya ku ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe bi kar tîne jî, desthilatdariya faşîst nikare pêşî li têkçûna xwe bigire. Jiyan bi her awayî nîşan dide ku ev sîstem nikare tiştekî bide civakê. Ti ji pirsgirêkên jiyanî yên gelên bidenst û kedkaran êdî di nava şert û mercên vê sîstemê de çareser nabin. Ev sîstem têk çûye, qediya ye. Kurdistan û Tirkiye li ber şoreş û guhertineke mezin a civakî ne."

'EM RIZGARIYA RASTEQÎN BIRÊXISTIN DIKIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan ku 5 salên têkoşînê li pey xwe hiştiye, biryardariya xwe ya ji bo çareseriya şoreşgerî û şoreşê mezin dike û bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve diçe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan her roj bi pratîk Û meşa xwe ya têkoşînê, bi biryardariya xwe rêya rizgariyê di hişê gelên me de diafirîne."

Komîteyê ragihand ku HBDH, rabûna li ber faşîzmê, yanî rizgariya rasteqîn birêxistin dike û têkoşîna xwe li ser vê bingehê dewam dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me beriya 5 salan îdîa kir ku em ê vê sîstemê bi şoreşa xwe biguherînin. Em îro hîn bi biryardarî dibêjin: em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin."

Di daxuyaniyê de komkujiyên Gazî, Helebçe û Beyazitê yên di meha Adarê de hatin kirin, hate bibîrxistin û hate gotin, "Ev yek nîşan dide ku şerê şoreşê yê yekbûyî li vê xakê çiqasî tund û bingehîn e. Li pêşberî qurbaniyên komkujiyên Gazî, Helebçe û Beyazitê em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin û dubare dikin ku bi şoreşa yekbûyî em ê hesabê van komkujiyan bipirsin."

'BERÊ ME LI ŞOREŞÊ YE'

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku Konseya Giştî ya 12'emîn a HBDH'ê çend roj berê li hev civiya û hate gotin, "Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan bi armanc û biryardariya xurt a ji vê civînê wergirtî wê bimeşe, şerê xwe li her qadê mezin bike. Konseya Giştî ya 12'emîn a HBDH'ê di destpêka saleke nû ya têkoşînê de bi ahengî û bawerî berê xwe daye şoreşa yekbûyî. Em milîtan û şervanên şoreşa yekbûyî hemûyan bi vê biryardarî û baweriyê silav dikin. Ji bo kedkar û bindestan em soza xwe dubare dikin ku heta serketinê em ê nesekinin."