Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Li Şirnexê pirtûkên girtiyan hate desteserkirin

Li Girtîgeha Şirnexê yaTîpa T gardiyanan bi ser qawûşên girtiyên siyasî de girtin û pirtûkên wan ên Kurdî hatin desteserkirin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê zêxt û êrişên li dijî girtiyan her ku diçe zêde dibin. Girtiyê bi navê Nezîr Katar ê ku li Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbatê xwe re agahî dan hevjîna xwe Cîhan Katar. Katar anî ziman ku gardiyanan bi ser qawîşên wan de girtin e û pirtûkên wan ên Kurdî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirin.

PIRTÛKÊN KURDÎ DESTESER KIRIN

Cîhan Katar têkildarî naveroka hevdîtina bi hevjînê xwe Nezîr Katar de wiha got: "Di hevdîtina herî dawî de Nezîr got, ‘Bi ser qawîşa me de girtin e û pirtûkên me ji hêla gardiyanan ve hatine desteserkirin.’ Ji min re got, rêveberiya girtîgehê gotiye pirtûkên ku me desteser nekirin jî em ê ji malbatên we re bişînin."

'XWENDINA PIRTÛKAN ÇI ZIRARÊ DIDE?'

Cîhan Katar anî ziman ku ew dixwazin ev êrişên li ser girtiyan bi dawî bibin û got: "Bi salan e li ser girtiyan êriş heye. Zilmê li wan dikin. Ji ber ku Kurd in û zimanê wan Kurdî ye îşkenceyê li wan dikin. Dixwazin ku bi desteserkirina pirtûkan girtiyan bi hêrs bikin. Xwendina pirtûkan çi zirar dide? Ne sûc e. Çima ji pirtûkan ditirsin. Divê vê zilmê bi dawî bikin."