HDP'ê serdana karkerên çandiniyê yên demsalî kir
HDP'ê li Mersînê serê sibehê serdana karkerên çandiniyê kir. Karkeran qala pirsgirêkên ji ber desthilatdariya AKP-MHP'ê û karsazan rû didin, dikin.
HDP'ê li Mersînê serê sibehê serdana karkerên çandiniyê kir. Karkeran qala pirsgirêkên ji ber desthilatdariya AKP-MHP'ê û karsazan rû didin, dikin.
Çaremîn Hevdîtinên Kar û Nan ên HDP'ê, li Mersînê dewam dike. Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Alîkara Hevserokan a ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose û parlamenter Serpîl Kemalbay, Necdet Îpekyuz û Ridvan Tûran serê sibehê serdana karkerên çandiniyê yên demsalî kirin.
HDP'î serê sibehê saet di 05:30'î de li rawestgehê bûn ku her roj bi hezaran karkerên çandiniyê ji wê derê li nava zeviyan belav dibin.
Serokê Komeleya Karkerên Neewle (GÎŞ-DER) Abdulselam Kûtlû jî di nav de karkeran gotin, "Em serê sibehê saet di 4'an de diçin, êvarê carna nikarin saet 9'an jî vegerin. Ji bo bêhnvedana xwarinê carna em nikarin nîv saetê jî bisekinin."
Karkeran diyar kirin ku di nava metirsiya mirinê de ew dixebitin û ragihandin ku li gel şewbê jî bi dehan kes li heman mînîbusê tên bicihkirin.
Karkeran gotin, "Em naxwazin bêewle bixebitin, em edaletê dixwazin."
Heyeta HDP'ê destnîşan kir ku wê pirsgirêkên karkerên demsalî di nava her şert û mercî de bişopînin û ji bo çareserkirina wan têbikoşin.