Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Fezlekeya li dijî Gergerlîoglû ji Meclîsê re hate şandin

Fezlekeya li dijî Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû gihîşt Meclîsê.

Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop bersiv da pirsên rojnamevnaan û diyar kir ku biryara dadgeriyê ya têkildarî Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû gihîştiye Meclîsê.

'BÊHURMETIYA LI MAFÊ DESTNEDANA GEL'

Gergerlîoglû li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev daxuyanî da: "Divê Serokê Meclîsê hurmetê nîşanî îradeya gel, mafê destnedana gel bide. Divê mafên destûrî biparêze. Biryar hem neheqî ye hem jî divê li benda biryara Dadgeha Dstûra Bingehîn bimînin. Gelo tu belasebep serokê meclîsa gel e? Li ser dîwarê meclîsê çi dinivîsîne?"