Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe serî li ser Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Malbatan xwestin ku eger hevdîtin bê astengkirin, destûr bê dayin ku karibin bi rêya telefonê biaxivin.