Girtiyên bi pençeşêrê nayên tedawîkirin

Li Stenbol, Izmîr û Enqerê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî hatin dayin, hate gotin desthilata AKP-MHP'ê girtiyên bi pençeşêrê bernade, girtî nikarin tedawî bibin.

ENQERE
 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatîn Kanat, di çalakiya hefteyî de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, "Kêmî salek cezayê Girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê yê 65 kalî Hayrettin Yilmaz maye. Lê nikare ji mafê xwe yê serbestiya bi kontrol bigire. Ji ber nexweşiyê nikare bi serê xwe bijî." 
 
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya  340’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî dan çapemleniyê. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Hayretîn Yilmaz ê 65 salî ku li Girtîgeha Afyon a Tîpa F a Hêjmar 1'ê girtî ye. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatîn Kanat, di çalakiya hefteyî de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, "Kêmî salek cezayê Girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê yê 65 kalî Hayrettin Yilmaz maye. Lê nikare ji mafê xwe yê serbestiya bi kontrol bigire. Ji ber nexweşiyê nikare bi serê xwe bijî." 
 
Kanat, anî ziman ku Yilmaz li Girtigeha Hêjmar 2 a Bandirma ye û wiha got: "Ji bo nexweşiya wî bê zanîn sewqî Nexweşxaneya Balikesirê kirin. Lê bêyî sewq bê kirin, şandin Girtîgeha Afyonê. Dema Yilmaz li Bandirmayê bû bi weremê ket. Yilmaz bi nexweşiya ulser, gastrit û reflu ye. Divê Yilmaz di pêvajoya pandemiyê de ji Girtîgeha Afyonê derxin û bibin nexweşxaneyê. Li gel cezayê wî kêmî salekê maye jî wî bernadin. Divê di şertên bi tenduristî de bê dermankirin." 


ÎZMÎR

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne û xwest bê berdan.
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi awayekî online daxuyanî da. Di daxuyaniya vê hefteyê de,  tiştên ku bi serê girtiya nexweş a giran Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne hatine, hat vegotin. Endama Komîsyona Şaxê Nehîr Bîlece, diyar kir ku 84 jê giran 261 girtiyên nexweş li girtîgehên Herema Egeyê tên girtin.
 
Bîlece, bi bîr xist ku Ozbay a ji sala 1997’an ve li girtîgehê tê girtin di 16’ê Gulana 2018’an de bi teşhîsa penceşêra pêsîrê emeliyat bû û pêsîra wê ya çepê bi emeliyatê wergirtine. Bîlece, derbarê Ozbayê de ev agahî parve kirin: “Li ser cergê wê jî girêyek tespît kirin. Ligel gotina ku dê 3 rojan di lênêrîna awarte de bimîne jî, roja din birin hucreyê. Tevî ku mafê wê yê refakatê hebû jî, lê nedanê û mecbûr maye ku ew bi xwe pêwîstiyên xwe pêşwazî bike. Di 27’ê Hezîrana 2018’an de dest bi tedawiya kemoterapiyê hat kirin. 8 seansan kemoterapî 25 roj radyoterapî dît.”
 
Bîlece wiha berdewam kir: “Ligel vê nexweşî û tedawiya giran nexweşiyên weke li roviyan de polip, dongirtina cerg, migren, fitixa zik, pişt û stû hene. Ji bo Fatma Ozbay a evqas nexweşiyên wê hene hewldan neyên dayîn wê rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê yên mezin veke.”
 
Bîlece, destnîşan kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê tedawiya Ozbayê tê astengkirin û wiha got: “Xetereya penceşêra Fatma Ozbay ku bi avêje malzaroka wê heye, ligel vê jî tedawiya wê nayê kirin. Ji bo ku tedawiya Ozbayê derve bê kirin û ji ber di nav koma rîskê ya girtiyan de ye dive demildest bê berdan.”

STENBOL

ÎHD, di hefteya 468’emîn a çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mûrat Aktaş û diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê ber bi nebaşiyê ve diçe.   
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 468’emîn de ji ber pandemiyê li ser hesabên xwe yên medya civakî li dar xist. Komîsyonê, di çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mûrat Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê gîrtî ye. 
 
NEXWEŞIYÊN AKTAŞ
 
Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn daxuyanî da. Di destpêka axaftina xwe de Acettîn bal kişand ser rewşa girtîgehan û diyar kir ku bi hinceta pandemiyê zextên li ser girtiyan zêde bûne û tecrîda li girtîgehan hatiye kûrkirin. Piştre Acettîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexwe Mûrat Aktaş û têkildarî rewşa wî ev agahî dan: “Mûrat Aktaş 17 sal in girtî ye û ji ber teşhîsa şaş û dereng xistina tedawiya nexweşiya di gûzeka wî de niha bi zorê xwe li piya digire û zehmet dimeşe.  Li gel ku gumana pençeşêrê û nexweşiyên wî ya medê heye jî nayê dermankirin. Ev rewş jî gef li jiyana Aktaş dixwe.”
 
LI WAN DANE
 
Acettîn, agahiyên ku têkildarî rewşa wî ji malbata Aktaş girtibû jî parve kir û da zanîn ku rewşa Aktaş her ku diçe girantir dibe û ev tişt gotin: “Herî dawî ji birayê xwe re gotiye ku hewadariya wan biçûk e û rojê nabînin. Ji bo guhertina hucreya xwe di 21’ê sibatê de bi hevalên xwe re serî rêveberiya girtîgehê daye. Piştî demekê birine hucreya C-14. Piştî 5 rojan midurê duyemîn ê girtîgehê û gardiyana bi ser hucreyên wan de girtine û ew careke din birine hucreyên wan ên kevn. Ji ber ku nexwestiye biçin hucreyên xwe yên kevn hatine derpkirin.” 
 
Herî dawî Acettîn, xwest ku berpirsyarên êrişa li dijî Aktaş bên cezakirin û ji bo parastina mafê wî yê tedawiyê Aktaş bê berdan.