Forouhar: Bavê min beriya ku were kuştin bi Abdullah Ocalan re axivî

Parastou Forouhar, keça Wezîrê berê yê Îranê Daryûş Forouhar got, bavê wê beriya ku were kuştin bi Abdullah Ocalan re bi telefonê axiviye. Forouhar û hevjîna wî dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê bû, hatin kuştin.

Di pêvajoya komploya navnetewî de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir û heta 15'ê Sibata 1999'an bi revandina û hêsîrkirinê bi dawî bû, du cînayet çêbûn ku hê jî ser wan nehatiye ronîkirin.  Yek jê kuştina Şêwirmendê Kêmaran a Serokdewletê Rûsyayê Yeltsîn, Galîna Starowojo bû, ku Starowojo yek ji wan siyasetmedaran bû ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan statûya siyasî diwest. Ya dî jî 21'ê Mijdara 1998'an kuştina Wezîrê Xebatê yê berê yê Îranê Darîûs (Daryuş) Forouhar û hevjîna wî Pervaneh bû.

Forouhar ku her wiha lîderê Partiye Milet a îranê bû, dema ku ew û hevsera wî bi hovîtî hatî kuştin medyaya Tirk bi sernava, ''Çavtirsandina Italyayê'' da, di nûçeyekê de ku 2009'an di rojanemeya Tirk Tarafê de weşiyayî hate gotin ev cînayet ji hêla MÎT'ê ve hatiye kirin. Li gorî wê nûçeya bi dîroka 9'ê Nîsana 2009'an bersûcê Ergenekonê Mustafa Ozek di nameyekê de ku li mala wî hatî dîtin, kesekî bi navê 'Başkan' (Serok) dihate binavkirin, peywirdarê MÎT'ê, dema ku çûyî Tehranê Forouhar hatiye kuştin. Di nûçeyeke BBC ya serwîa Farsî de ku 2004'an weşiyayî hate îdîakirin ku Forouhar ji hêla dewleta Tirk ve hatiye kuştin.

Forouhar ku 1928'an li Îsfaxan a Îranê jidayik bûyî bi salên dirêj li dirêj li dijî rejîma Şah têkoşiya û demên cuda 15 salan li girtîgehê ma û berdêla vê wiha da. Forouhar di Lijneya Wezîran de bû Wezîrê Xebatê, piştre bi Humeynî re rêya xwe veqetand û 1980'yî ji wezaretê îstîfa kir.

21'ê Mijdara 1998'an komeke xilbe ya mirovan bi ser mala Foroharan de girtin, ku mala wan li başûrê Tehranê bû. Koma ku bi ser malê de girtî 11 kêr li Forouhar û 24 kêr li hevjîna wî Pervaneh dan û ew bi hovîtî kuştin. Îranê piştî vê hovîtiyê tenê ji çav re hin kes destgîr kirin, yek ji van alîkarê hevserokê berê yê îstîxbarata Îranê Seîd Emam bû û bi rengekî guman li girtîgehê mir. Doza ku Şîrîn Ebadî, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê parêzeriya Forouharan dikir bi salan domand lê dîsa jî ti encam jê derneket. Keça Forouhan Parastou Forouhar ku li Elmanyayê dijî li ser dostaniya bavê xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û lîderên din ên Kurd re ji ANF'ê re axivî.

Em bi têkiliya bavê te ya bi lîderên Kurd û têkoşîna gelê Kurd dest pê bikin. Dostaniya wî ya bi Kurdan re xweş bû?

Belê, bavê min ne tenê bi lîderê Kurd Dr. Qasimlo re ku li dijî Îranê têdikoşiya bi dostaniyeke xweş bû, her wiha ji Kurdistanê Iraqê (Başûrê Kurdistanê), nexasim bi Barzanî û Talabanî re jî dostaniyeke xwe ya xweş hebû. Dixwest ku Kurd bigihin heqên xwe yên sereke û şerê dewletên herêmê yên li ser Kurdan bi dawî bibe. Ne ku tenê dixwest, ji bo vê armancê têdikoşiya jî.

Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12'ê Mijdara 1998'an gihaştî Italyayê, bavê te kete pozîsyoneke çawa, ji bo Abdullah Ocalan çi kir?

Dema ku bihîst gihaştiye Romayê dixwest ji bo Abdullah Ocalan tiştinan bike. Italyayê ew destgîr kiribû û dihate axaftin ku teslîmî Tirkiyê bikin. Ji ber vê jî bavê min daxuyaniyeke çapemeniyê da, ev her wiha bû daxuyaniya wî ya dawî ya jiyana wî ya siyasî. Di wê daxuyaniya çapemeniyê de ji Italyayê dixwaze ku bi teqezî Abdullah Ocalan nedin Tirkiyê, Ocalan berdin û mafê wî yê îltîcaya siyasî were naskirin. Bêguman, ji bilî vê daxuyaniyê jî bavê min wan deman ji bo Abdullah Ocalan hewl dida. Ez xweş pê dizanim, ji bo xwepêşandan û kampanyayan da ku Abdullah Ocalan nedin Tirkiyê organîze bike, li Tehranê û li bajarên din bi dostên xwe yên Kurd re hevdîtin dikir.

Bi qasî ku em pê dizanin wan rojan bavê te li Tehranê bi Italyayê re hin têkilî danî.

Rast e, bavê min, hin hevalên xwe yên Kurd jî da rex xwe û dixwest ku sefîrê Italyayê yê Tehranê re biaxive, ji bo vê jî hewl da. Her wiha ji bo ku Abdullah Ocalan qebûlî Italyayê kiribûn dixwest baqek kulîlk ji sefîrê Italyayê re bibe. Bavê min, ji bo hevdîtina bi sefîrê Italî re li her kitekitê fikirîbû. Bi qasî ku haya min jê heye ev hevdîtin çênebû.

Ji bilî vê, piştî ku bavê min hatî qetilkirin li gorî lêkolîna min kirî, beriya cînayetê bi heftiyekê bi Abdullah Ocalan re bi telefonê axiviye. Ev hevdîtin bi rêya tercûmaniya ciwanekî ji Kurdên Îranê kiriye. Dema li girtîgehê mayî ji hevalên xwe yên Kurd Kurdî hîn bûbû lê ji bo hevdîtineke girîng a bi telefonê ew qasî bi Kurdiya xwe ne piştrast bû û bi rêya tercûmenekî li Tehranê bi telefonê pê re axivîbû.

Li mala me bi telefonê axivî, ji bo vê, hevalê wî yê ciwan ê Kurd hatibû cem me. Bi rêya nûçegihanekî Elman ku li Stenbolê dijiya, ev agahiya ku bavê min bi Abdullah Ocalan re bi telefonê axiviye, bi parêzerên wê demê yên Abdullah Ocalan da piştrastkirin. Li gorî lêkolîna min beriya ku bavê min were kuştin (21'ê Mijdara 1998'an) bi çend rojan ev bi telefonê axivîn. Bêguman, piştî ku bavê min mir me ev agahî anîn cem hev û vê pêvajoyê bala me kişand.

Derheqê axaftina teleftonê ya di navbeyna bavê te û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu tiştinan hîn bûyî?

Na, tam nizanim li ser çi axivîne. Lê bi îhtîmaleke zêde bavê min jê pirsiye bê ka dikare çi ji bo wî bike. Bi taybetî wê behsa wan helkeftan kiribe ku ji bo teslîmî Tirkiyê nekin dabû destpêkirin. Li gorî texmîna min çarçoweya axaftinê ev e, lê agahiyeke berbiçav neketiye ber destê min.

Hate gotin bavê te ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vexwîne Îranê bi Wezareta Navxwe re hevditin kiriye. Li ser vê mijarê ti agahî li ber destê te heye?

Li ser vê mijarê agahiyeke zelal nekte ber destê min lê îdîayên derheqê ku ev hevdîtin pêk hatiye min jî bihist. Ti agahiyeke ku vê îdîayê pûç bike an jî ispat bike li ber destê min nîne. Ew hêza bavê min nebû ku karîgeriyê li ser hikûmeta Îranê bike, ew jixwe muxalîfê rejîmê bû lê dîsa jî têkiliyên xwe hebûn. Bİ vê jî dizanim; beriya wê keda wî çêbûbû ku şoreşgerên Efxan werin Îranê, piştre gelek caran bi wan re diaxivî.

Bi ya te dibe ku ev pêvajo bûbe sedema kuştina bavê te?

Mixabin nikarim ciwabeke zelal bidim vê pirsa te. Ango, bavê min, ji bo hewldanên ji bo Abdullah Ocalan kirî hate kuştin? Li gorî fikra min a şexsî, na, ji ber ku li Îranê bi kuştinê ji holê rakirina muxalîfan, bi çarçoweya planeke domdirêj pêk tê.  Li Îranê ez bawer nakim li ser înfazên siyasî di demeke wiha kurt de biryar were standin. Ji ber vê, em nikarin bibêjin ji ber van xebatên wî yên dawî hatiye kuştin.  Ez pir xweş bi vê dizanim; bavê min bi rengekî çalak destek ne ku tenê dide têkoşîna azadiya Kurd a Îranê, dida ya Iraq û li Tirkiyê jî. Ji bo ku têkoşîna gelê Kurd bi ser bikeve, dixwest ku tiştinan bike. Çi kesê ku bavê min nas dike, bi vê fikra bavê min dizanin.

Nabe ku bi alîkariya îstîxbarata Tirk bavê te zûtir kuştibin?

Ez bawer nakim, ji ber ku plansaziya kuştinê ji mêj ve danîbûn. Dikarim vê bibêjim; piştî ku bavê min hate kuştin îstîxbarata Tirk û endamên wê yên perwredehiya taybet standin, bi îstîxbarata îranê re dest bi perwerdeya ''komandoyên mirinê'' kirin. Her wiha li gorî hin îdîayan, ji bo ku hin kesên ku tevlî bûyera kuştina bavê min bûbûn, neyên darizandin, bi rêya îstîxbarata Tirk ew birine Tirkiyê. Ev hemû tam ronî nebûn, ji ber ku pêvajoya darizandina kujerên bavê min bi pîneyan rê ve diçû, her wiha ji dosyayên lêpirsînê gelk rûpel hatibûn derxistin. Ew rûpelên kêm agahiyên derheqê hevkariya îstîxbarata Tirk a bi kujeran re bû lê di rûpelê de ku ketî ber destê min dihate nivîsîn hin sûcdarên ku tevlî kuştinÊ bûne, ji bo ku rehet bin û neyên darizandin ew birine Tirkiyê.

Naxwe gelek kujer hene?

Bêguman, bavê min û diya min bi operasyonek ku plansaziya wê xweş hatibû kirin, hatin kuştin. Yên ku bi ser malê de girtin û ketin hundir 18 kes bûn, em behsa komeke mezin dikin. Ne ku yek hat û dê û bavê min kuştin, ev bûyera piştre weke yek ji wan cînayetan ku li Îranê organîzeya wê xweş hatî kirin, derbasî qeydan bû.

Vê bibêjim; dema ku min lêkolîn li ser bavê te û têkoşîna wî dikir li gel ku gelek agahiyên berfireh min bi dest xistin jî, min nizanîbû ku bi Kurdî dizane.

(Bi ken) Belê, bi Kurdî dizanîbû. Li girtîgeha Şataytê ji hevalên xwe yên Kurd ên girtî hînî Kurdî bûbû. Jixwe ji ber ku bi Kurdî dizanîbû tim bi lîderên tevgera Kurd re dida û distand. Di serê van lîderan de jî navên pêşeng ên tevgera Mele Mistefa Barzanî hebû. Kurê mezin ê Mele Mistefa Barzani, Idrîs, hevalê nêz ê bavê min bû, herdu jî bi hev re li girtîgeha Îranê mabûn. Heta ku Idrîz Barzanî mirî jî, pê dizanim ku dostên hev ên xweş bûn, hê bavê min nemirî haya min ji vê hebû. Bavê min di civatan de tim behsa Idrîs Barzanî dikir.

Bavê te, di navbeyna rêveberiya Humeynî û tevgera Kurd de a bi pêşengiya Dr. Qasimlo navbeynkar bû. Tu hinekî dikarî behsa wê pêvajoyê bikî ku bû sedema bavê te ji 'Şoreşa Îslamî ya Îranê' qut bibe?

Piştî ragihandina 'Şoreşa Îslamî ya Îranê' li herêma Kurdan di navbeyna rejîmê û milîsên Kurd de şerê çekdarî dest pê kir. Helbet ji bo ku şer bi dawî bibe hin kes bûne navbeynkar. Dostaniya wî ne tenê bi Dr. Qasimlo re hebû, her wiha bi lîderê tevgera Kurd Şêx Îzeddîn Huseynî re jî dostaniya wî hebû, têkiliya wan digiha beriya şoreşê.

Dema ku leşkerên Îranê ji bo ku serhildana Kurd serkut bikin tevgeriyan û Kurd vekişiyan çiyayan, Şêx Îzeddîn Huseyîn û Celala Talabanî, ji serokwezîrê wê demê Mehdî Bazergan (Sibat-Mijdara 1979'an serokwezîrtî kir) nameyek şandin .Di vê nameyê de ji bo ku şer bisekine ji bavê min dixwazin ku bibe navbeynkar. Hê ji serî de têkiliya bavê min bi du aliyan re hebû lê piştî vê nameyê peywira navbeynkariyê dabûnê. Beriya her tiştî dixwest ku şerê dijî Kurdan rawese û rêya danûstandinan were vekirin. Di hewldanên xwe de hinekî bi ser jî ket, lê encamên ku wî dixwest çênebûn û şer dîsa giran bû.

Wê pêvajoyê bavê te rêya xwe ji 'Şoreşa Îslamê ya Îranê' veqetand?

Bêguman ji destpêkê ve ji hêla fikrî ve cuda difikirî. Lê di hilbijartina pêşî ya parlamentoyê de dema ku hîle hate kirin, weke ku mola bi ser ketine nîşan dan, vekişiya û ji hemû peywirên xwe îstîfa kir. Jixwe dema ku bi Kurdan re navbeynkarî dikir wezîrê dewletê bû.

BBC, par, ji bo salvegera Şoreşa Îranê ya Îslamê çîroka wan kesan vegot, ku 1'ê Sibata 1979'an di wê balafirê de bûn ku Humeyî birî Tehranê, herî pir wêneyên bavê te bala medyaya cîhanê kişand. Herî dawî, dikarî çîroka wî wêneyî bibêjî?

(Bi ken), ez vê bibêjim; bavê min bi tesadûfî li wê teyarê bû. Wan deman bavê min lê diponijî bê ka piştî şoreşê wê artêşa Îranê were belawelakirin an na û ji bo vê jî, ji bo ku bi Humeynî re biaxive çû Parîsê. Dema ku ew li wir bû li Îranê şer geş bû û firîna hemû balafirên derveyî welêt betal bû, bavê min jî li Parîsê ma, nekarî were.  Ji bo ku ew balafira pêşî bû ku dihate Tehranê, bavê min jî ji mecbûrî rêwîtî bi Humeynî re kir. Bavê min dizanîbû dema ku ew hate Tehranê gelek mirov wê pêşwaziyê bikin, ji ber vê, ji bo ku bi Humeynî û ekîba wî re neyê dîtin dixwest ku pêşî ew dakeve û ji bo vê jî herî dawî ew siwar dibe. Dema ku derî vedibin kesê ku pêşî dadikev ew e, wêneyekî yê wiha heye. Lê wek ku bi Humeynî re be wêne têne girtin, ew jî dikeve kamerayan .

***
Piştî biryara dadgeha Italyan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser navê Partiya Milet a Îranê Daryuş Forouhar 20'ê Mijdara 1998'an daxuyaniyke da. Daxuyanî wiha ye:

Welatiyên hêja,

Tevgera bi lîdertiya Serokê Giştî yê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo neteweya Kurd beriya bi 14 salan (Behsa 1984'an tê kirin) li dijî dagirkeran têkoşîneke mezin da destpêkirin. Divê em ji bîr nekin, neteweya Kurd yek ji neteweya herî dêrîn a Îranê ye. Bi desteka hêzên mezin ên rojavayî, ji ber zexta siyasî û leşkerî ya milliyetgirên Tirk a van du mehên dawî Ocalan bêgav ma ku ji cihê lê dimîne veqete, piştî ku çû gelek welatan 12'ê Mijdara 1998'an daketa paytexta Italyayê, Romayê. Ocalan piştî ku li Italyayê hate destgîrkirin, ew birin nexweşxaneyê.

Ocalan, rêberê leheng, gelek caran bi mirinê re rûbirû bû. Wî têkoşîneke bêrawestan da û ti caran xebatên xwe nesekinand û lê nefikirî ku bêhna xwe vede. Italya li gel ku welatekî pêşverû ye jî li wir Ocalan pê re rûbirû bû teslîmî Tirkiyê bikin. Piştre Italyayê ragihand ku ew ê Ocalan nedin wî welatê ku cezayê darvekirinê lê heye. Li gel vê jî, li Italyayê ku diviya Ocalan weke lehengan bihata pêşwazîkirin zext lê hate kirin û vê em xemgîn kirin. Ji bo ku dadgeha Italyayê rêgeza mafê mirovan danî ber xwe û Ocalan berda, vê em parêzvanê mafê mirovan kêxweş kirin.  Ev biryara dadgeha Italyayê, bi rengê, ''Italya kir ku muxalîfên ku li dijî rejîmê li Îrane têdikoşin û berxwedêrên Kurd jê hez bikin'', di dîrokê de cihekî ku heq dike, wê bibîne. Ji bo vê helwesta dadgeha Italyayê, em Partiya Milet a Îranê, malavayî li dewleta Italyayê û wan Kurdan dikin ku tevahiya heftiya bi nediyarî derbas bûyî, ji bo ku Ocalan li Italtayê bimîne, têkoşiyane.''