Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Agirê Newrozê li Stenbolê hate dadan

Li Stenbolê agirê Newrozê yê pêşîn ji aliyê dayîkên laçikspî ve hate dadan.

Li Stenbolê destpêka pîrozbahiya mezin a Newrozê ku wê 20’ê Adarê li Yenîkapiyê bi dirûşmeya “Em bi agirê Newroz li ber xwe bidin, azad bibîn” hate dayîn.

Agirê Newrozê yê pêşîn li Guvercîntepe ya girêdayî navçeya Başakşehîra Stenbolê ji aliyê dayîkên laçik spî ve hate dadan. Tevî rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeyê bi sedan şêniyên taxê tevlî pîrozbahiyê bûn. Dirûşmeyên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” li taxê hatin qêrkirin û çalakiya girtiyan ya di roja 107’an de li girtîgehan tê domandin jî hate silavkirin.

Li dora agirê Newroz govend hate gerandin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Ciwanan ku xwe li ser agir diavêtin, ji bo pîrozbahiya 20’ê Adarê ya li Yênîkapiyê bang hate kirin. Di pîrozbahiyê de tevî ciwan, karker û jinên tevlîbûbûn re coşeke mezin serwer bû.