ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'Ê
Sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku hêzên desthilatdar hewl didin, têkoşîna jinan di nava pergala xwe ya desthilatdariyê de bihelînin û got, "Jin ewqasî rêxistinbûyî ne ku careke din nakevin xefika mêr."
Yek ji wezîrên berê yên Îranê Daryûş Foroûhar, dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê bû, tevî hevsera xwe hatibû qetilkirin. Keça wî Parastoû Foroûhar got, bavê wê beriya bê qetilkirin bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re axivî bû.
Endamê Meclîsa PYD'ê Silêman Ereb anî ziman ku Şamê di 12'ê Adara 2004'an de bi komkujiya li Qamşloyê xwest dijminatiyê bixe nava gelên Kurd û Ereb û destnîşan kir ku gelan bi şoreşa 19'ê Tîrmehê bersiva vê yekê dane.
Welatiyên Amedê diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên AKP'ê ye û dan zanîn ku ev yek bandoreke giran li civakê dike, mirov bi nanoziko dixebite û nikarin kîrayên xwe bidin.
Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên navneteweyî hişyariyê didin, ku ji ber krîza birçîbûnê ya ku par ji pênc paran parekî zêdetir bû, bi milyonan mirov li ber mirinê ne.
Li gorî lêkolînekê ya li kovara Natûre Geoscîence hate weşandin, germahiya global wê bandora herî giran li herêmê tropîkal ên li welatên xizan bike.