Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Afyonkarahîsarê bû û nedihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Afyonkarahîsarê bû û nedihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Hayrettîn Yilmaz ê 65 salî, ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1'ê ya Afyonkarahîsarê dîlgirtî bû, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, rêveberiya girtîgehê serê vê sibehê li malbata Yilmaz geriya û ji wan re got ku girtî jiyana xwe ji dest daye. Malbata Yilmaz ji bo wergirtina cenaze ber bi girtîgehê ve bi rê ket. Cenazeyê Hayrettîn Yilmaz wê li Sêrtê bê veşartin.
Yilmaz ku bi kansera pişikê bû, her wiha nexweşiyên ulser, gastrît û reflu yên mîdeyê, nexweşiya tîroîd û nexweşiyên giran ên diranan pê re hebûn. Rayedarên Tirk bi bahaneya vîrûsa koronayê demeke dirêj nehişt ku Yilmaz bê dermankirin. Her wiha tevî ku cezayê wî daket binê salekê jî nehiştin ku ji mafê berdana bi kontrol sûdê werbigire.