Bi hezaran kes ji bo yên li Gaziyê hatibûn qetilkirin meşiyan
Di salvegera Qetlîama Gaziyê de bi hezaran kes meşiyan û qetlîam protesto kirin. Di meşê de peyama ‘Wê gel qatilan ceza bike’ hate dayîn û berxwedana zindanan silav kirin.
Di salvegera Qetlîama Gaziyê de bi hezaran kes meşiyan û qetlîam protesto kirin. Di meşê de peyama ‘Wê gel qatilan ceza bike’ hate dayîn û berxwedana zindanan silav kirin.
Di salvegera 26’an a Qetlîama 12’ê Adara 1995’an a li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê pêk hat de ku 22 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn, bi tevlîbûna hezaran kesî bi meşekê hate protestokirin.
Li ser banga Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û Platforma 12’ê Adarê bi hezaran kes li Mala Cemê ya Gazî hatin ba hev tevî hemû astengiyên polîsan meşek hate kirin. Bi hezaran kesî qurnefîl danî pêşiya avahiya PTT’ê ya berê ku qetlîam lê hate kirin, danî.
Di meşê de li ser navê Platforma 12’ê Adarê birayê Dîlek Şîmşek, Erkan Şîmşek axivî û qetlîam li dijî hemû gelan bû û diyar kir ku kujeran destê xwe hejandin û winda bûn, lê hêrsa Gaziyê her sal li kolanan zindî ye.
Şîmşek destnîşan kir ku îro bi dehan rojnamevan û siyasetmedar ji ber berxwedana xwe ya li dijî bêedaletiyê li zindanan in û got: “Li dijî aqilê tecrîdê, lêgerîna edalet û aştiyê, berxwedana greva zîndanên didome. Ev berxwedan rûmet e. Îro 106 roj in di greva birçîbûnê de ne. Pirsgirêkna man û nemanê ya welat tine, desthilat ji bo welat bûye pirsgirêka man û nemanê.”
Piştre welatî ber bi Goristana Gazî ve meşiyan û yên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn.