Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Pêkhateyên HBDH'ê: Ev çeper wê bê parastin

Pêkhateyên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera 5'an a damezrandinê axivîn û destnîşan kirin ku wê vê çeperê biparêzin û bi îradeya serketinê dest bi sala şeşan dikin.

Endamê Komîteya Rêveber a HBDH'ê û Nûnerê TKEP/L'ê Yaşar Guner, endama Konseya KBDH'ê Hêvî Sarya ya MLKP'î û Ekrem Demîrcî yê DKP/B'î Ekrem Demîrcî bi wesîleya salvegera 5'an a damezrandina HBDH'ê axivîn.

GUNER: WÊ TEQEZ TÊK BIÇIN

Yaşar Guner diyar kir ku HBDH ji bo pêwîstiyên jiyanî yên şoreşa li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ava bû û got, "Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan wê rêya şoreşê li cografyayên me ava bike."

Guner bal kişand ser krîzên aborî û siyasî yên rejîma li Tirkiyeyê û got, "Yên ku mehkûm in têk biçin, wê teqez têk biçin."

Guner got, Em bi îradeya serketinê dest bi sala 6'an a têkoşînê ya HBDH'ê dikin û got, "Milîsên me, gerîlayên me, hêzên me yên yekbûyî xwe ji bo rêya serketinê ya ber bi desthilatdariyê ve amade dikin. Em ê daxwaz û hesreta kedkaran pêk bînin."

SARYA: EV ÇEPER WÊ HETA DAWIYÊ BÊ PARASTIN

Hêvî Sarya jî salvegera damezrandina HBDH'ê pîroz kir û got, "HBDH'ê havênê xwe ji Kizildereyê wergirtiye (...) Ji kevneşopiya çanda têkoşîna yekbûyî tê. Ji bo şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê çepereke şoreşgerî ya yekbûyî ye."

Sarya got, "Ev çeper wê heta dawiyê bê parastin. Ev çeper çeperê hesabpirsîna ji dijmin e, çeperê afirandina serketinên nû ye."

DEMÎRCÎ: FAŞÎZM WÊ TÊK BIÇE

Ekrem Demîrcî anî ziman ku HBDH ji bo hevgirtina hêzên antîfaşîst li Kurdistan û Tirkiyeyê ava bûye û destnîşan kir ku faşîst û kujerên jinan hedefa HBDH'ê ne.

Demîrcî got, "Hêzên şoreşger eger hêza xwe komî ser hev bikin û di pratîkê de li ber faşîzmê rabin, wê faşîzm têk biçe, em ê bi ser bikevin."

Demîrcî got, "Dema ku me hêza xwe kir yek, kes nikare li ber me bisekine."