Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Bûyerên têkildarî gef û plana êrişê ya hikumeta navendî ya Iraqê ya li ser Şengalê wê bên şopandin.

Hiqûqnas Bûrhan Arta got, dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfetê axaftinê dibîne, alozî û rageşî zû çareser dibin û destnîşan kir, eger hikumet qanûnên heyî bi cih bîne wê gelek pirsgirêk çareser bibe.

Li Geliyê Zîlanê, ku bi hezaran Kurd lê hatibûn qetilkirin, tevî nerazîbûn û li ber rabûnê jî, karê ji bo çêkirina Santrala Hîdroelektrîkê dewam dike.

Amediyan li ser bêkarî û xizaniya ku roj bi roj zêde dibe, wiha gotin: "Em hînî kirine ku şikur bikin. Lê belê ew halê mirovan nabînin. Ji ber ku her tiştê wan heye."

Artêşa Supayî Pasdaran ku ji aliyê lîderê olî yê saziya Wîlayetî Feqih Alî Hamaney ve tê birêvebirin, veguheriye hêza herî tarî ya rêveberiya dewleta Îranê. Artêşa Supayî Pasdaran ku weke rêxistinek îdeolojîk, rêxistinî û mezhebî ava bûye, ji aliyê ji şêniyên gundê Kumkale yê Mahabadê Xwedêda Derwîşzade ve hate nirxandin.