ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Bûyerên têkildarî gef û plana êrişê ya hikumeta navendî ya Iraqê ya li ser Şengalê wê bên şopandin.
Ber bi Newroza 1990'î li Bakurê Kurdistanê pêngavek ji bo serhildanê hebû. Şehadeta 13 gerîlayên ARGK'ê li Girê Şêra û serhildana ku piştî merasîma cenaze ya Kamûran Dundar li Nisêbînê dest pê kir, pêl bi pêl belav bû.
Rêxistina Partiya Çep a Eyaleta Saksonya Jêrîn a Elmanyayê, bi biryarekê ragihand, ku divê piştgirî ji têkoşîna Êzidiyan a li Şengalê re bê dayin, ku ji bo xwerêveberiyê li ber xwe didin.
Şems El Hemûd û kurê wî Tamir Haşim El Etawî ku li herêma Baxozê ya Dêra Zorê dimînin, li xaka ku ji aliyê QSD'ê ve hatiye rizgarkirin jiyana xwe ji nû ve ava dikin.
Dewleta Îranê herêm bi herêm taybetmendiyên gelê Kurd tespît dike û siyaseta helandina bi hêza 'nerm' heta dawiyê bi kar tîne.
Li Şîlî, dayikên wan zarokan ên di dema dîktator Pînochet de ji malbatên xwe hatin qutkirin û bi rengekî îllegal ji hin malbatan re hatin dayin, lêgerîna xwe dewam dikin. Niha jî dayik wê bi rêya testa DNA'yê karibin zarokên xwe bibînin.