ROJEVA 13'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Endama MYK a KESK’ê Elî Çûhadar diyar kir ku her diçe kêmbûna karkirina jinê ji ber venêrîna îdeolojîk a desthilatê tê, dixwazin jinê hebsî malê bikin.
Raportora berê ya Tirkiye û Parlementera Hollandayê Katî Pîrî bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan a li Tirkiyeyê zêde dibe û diyar kir ku eger jin bikevin nava tevgerê xwe rêxistin bike û bikare bi komên din ên jin re bibe yek dikare Tirkiye neçarî çareseriyê bike.
Di pêşnûmeya salvegera destpêkirina şerê li Sûriyeyê de ku li PE’yê hatiye amadekirin, Tirkiye weke hêzeke dagirker hatiye pênasekirin, hate gotin ku tavilê divê ji herêmên dagirkirî derkeve.
Çalakiyên Xizmê Winda û Dayikên Şemiyê wê bê şopandin.
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Kovara xêzeroman a GOG Îmam Cîcî, destnîşan kir ku avakirina xwedekarên Kurdî pir zehmet e û got: “A me mîna ku li çiyayekî berfê girtî rê vekirin e.”
Îran dewlemendiyên çandî li hember gel bi kar tîne, serî li rêbazên şer, hihev dûrxistin, pêkenîn, biçûkxistinê dide.