Li Ermenistanê gefên li dijî Şengalê hate şermezarkirin

Kurdên li Êrîvan a ku paytexta Ermenistanê ye dijîn, gefên li dijî Şengalê şermezar kirin.

Nûnerên saziyên Kurd ên li Ermenistanê, ji bo Şengalê hatin gel hev.

Di daxuyaniya çapemeniyê hatî lidarxistin de, Hevserokê Şêwra Gelê Kurd Parlementer Kinyas Hasanov, Hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dîrboyan û endama Yekitiya Jinên Azad û KNK’ê Jenya Qadir tevlî bûn.

Di daxuyaniya hevpar a nûnerên Kurd de hate gotin; “Em saziyên Kurd ên li Ermenistanê planên li ser Şengalê yên di navbera Hewlêr, Bexda û Tirkiyeyê û hêzen li pişta wê şermezar dikin. Dirûtiyek heye. Li aliyekê qala qetlîamên ên li ser civaka Êzidî dikin, li aliyek din rê ji qetlîaman re vedikin û hevkariyê dikin. Dewleta Iraqê bi hinceta ‘Şengal ya min e’ midaxele dike. Erê çima dema sala 2014’an Şengal rastî qetlîamên DAÎŞ’ê hat, weke îro dibêje ‘ya min e’ te neparast û ew bi qetlîaman re rû bi rû hêla?”

Saziyên Kurd jî wiha teqez kirin: “Meşrû ye ku gelê Şengalê xwe bi berxwedanê biparêze. Em berxwedana wan silav dikin û em li gel wan in.”