Di derbarê parlementêrê Agiriyê yê HDP’ê Ozturk de lêpirsîn hate destpêkirin
Di derbarê parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk de lêpirsîn hate destpêkirin.
Di derbarê parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk de lêpirsîn hate destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di derbarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk de bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" lêpirsîn da destpêkirin.
Dozgeriyê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber daxuyaniya Ozturk a di derbarê pûlê nexşeya Kurdistanê û wêneyê Papa Francis de, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Berdan Ozturk têkildarî pûlê nexşeya Kurdistanê wiha gotibû: "Pûlê bîranîna ji bo serdana Papa hatiye amadekirin û nexşeya Kurdistanê li ser, remza erdnîgariya Kurdistan û Mezopotamyayê ye.”