YPG: 65 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku şer û pevçûnên dijwar ên li herêma Til Temir didomin û di 24 saetên dawî de 65 çete hatine kuştin. Navendê diyar kir ku di pevçûnan de 12 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku şer û pevçûnên dijwar ên li herêma Til Temir didomin û di 24 saetên dawî de 65 çete hatine kuştin. Navendê diyar kir ku di pevçûnan de 12 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku şer û pevçûnên dijwar ên li herêma Til Temir didomin û di 24 saetên dawî de 65 çete hatine kuştin. Navendê diyar kir ku di pevçûnan de 12 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê şer û pevçûnên ku ev 24 saet in di navbera Til Temir û Hesekê de di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de didomin de, daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Pevçûnên ku di navbera hêzên me û komên çeteyan de li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê rû didin berdewam dikin.
Roja 30’ê Nîsanê seat 05.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya tang, wesayîtên zirxî û çekên giran bi taybet li herêma di navbera Til Temir û Hesekê de êrîşek berfireh li dar xistin. Di navbera hêzên me û komên çeteyên ku gundên Til Cedaye, Til Fiwêda, Til Dimşîd, Til Ruman û Seyyad kiribûn hedefa êrîşên xwe de, şerên pir dijwar rû dan.
Duh di seatên sibê de komên çeteyan destpêkê gundên Til Fiwêda, Til Cedaye, Til Dimşîd û Seyyad kirin hedef. Di navbera hêzên me û komên çeteyan ên ku karîbûn bikevin gundê Til Fiwêda de heta derengiya şevê pevçûnên dijwar rû dan. Bi dij êrîşên hêzên me yên di seatên şevê ve komên çeteyan ji gundê Til Fiwêda hatin derxistin. Piştre komên çete ji du baskan ve careke din êrîş anîn ser hêzên me yên li vî gundî, lê ev êrîş jî bi saya berxwedana hêzên me ya lehengî vala hate derxistin.
Hêzên me nivê şevê li hemberî gundikekî li nêzîkî gundê Til Fiwêda yê ku di bin serweriya çeteyan de bû çalakî li dar xist. Di encama çalakiyê de komên çeteyan ji gundik hatin derxistin.
Di pevçûnên li van qadan rû dan, bi qasî hatiye zelalkirin 38 çete hatine kuştin û termê 21 çeteyan ketine destê hêzên me.
Êrîşên hemwext ên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî gundê Til Riman jî ji aliyê hêzên me ve bi awayekî xurt hatin bersivandin. Di nav rojê de çeteyan bi 4 wesayîtên bombebarkirî yên cuda êrîş li dar xistin. 3 ji van wesayîtan di nava çeteyan de hatin teqandin. Wesayîta çaremîn beriya ku bigihîje hêzên me hate derbkirin û hêzên me ev wesayît xistin bin serweriya xwe. Dîsa hêzên me li vê herêmê wesayîtek pikab a çeteyan tevî çeteyên tê de rûxandin.
Li derveyî van wesayîtên bombebarkirî, 8 endamên çeteyan jî li hemberî hêzên me çalakiya xwekujiyê li dar xistin. Bu mudexaleya hêzên me her 8 çete jî bêyî ku zerarê bigihînin hêzên me teqemeniya li ser xwe teqandin û xwe kuştin. Ev êrîşên çeteyan jî ji aliyê hêzên me ve hatin valaderxistin.
Ji bo ku çeteyên di nava hêzên me de mane xilas bikin, komên çeteyan tevî panzerekê xwestin bikevin qadê. Lê hêzên me li van çeteyan jî xistin û hejmarek zêde çete kuştin. Panzerek a çeteyan jî niha di bin serweriya hêzên me de ye.
Li vê qadê jî qasî hatiye zelalkirin 27 endamên çeteyan hatine kuştin. 10 termên ji wan çeteyên hatine kuştin di bin serweriya hêzên me de ne.
Di van her du eniyên şer de di nava 24 seatên dawî de bi giştî 65 çete hatine kuştin.
12 rêhevalên me yên ku di şikandina van êrîşên çeteyan de roleke giring listîn, bi werekî û fedakariya xwe destan nivîsandin gihîştin şehadetê. Ji van hevalan, 7 rêhevalên me li gundê Til Cedaye, 3 rêhevalên me li Til Fweda û 2 rêhevalên me jî li gundê Til Riman bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Pevçûnên li van qadên ku li jor navê wan derbas dibe berdewam dikin.”