'Destê kedkaran paqij e, destê dikeve beytulmal qirêj e'

Namzetê HDP’ê yê Riha Baydemîr ê sîteya sanayiyê ziyaret kir, dema xatir xwest esnafekî got, “destê min qirêj e” Baydemîr wiha bersiv da: “Destê we destê herî paqij e, ji ber destê kedkaran paqij e. Destê bi rastî qirêj destê dikeve beytulmalê ye.”

Namzetê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr ê sîteya sanayiyê ziyaret kir, dema xatir xwest esnafekî ku got, “destê min qirêj e” Baydemîr wiha bersiv da: “Destê we destê herî paqij e, ji ber destê kedkaran paqij e. Destê bi rastî qirêj destê dikeve beytulmalê ye. Îro 1’ê Gulanê ye. Înşalah em ê pergaleke adil a her kedkarekî dixebite bigihe hiqûq û heqê xwe, heqê keda xwe bistîne û aboriyeke adil em ê bi hev re ava bikin.”

Namzetê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr, bi Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Eyyubiye Hasan Durbîn re Sîteya Sanayiyê ya Evren ziyaret kir. HDP’yî ji aliyê Serokê Kooperatîfa Yapi ya Sîteya Sanayiyê ya Evren Mustafa Arslan ve hatin pêşwazîkirin.

Arslan, di hevdîtînê de ku behsa pirsgirêkên Riha û sîteya sanayiyê kir, diyar kir pirsgirêka esasî ya bajêr bêkarî ye. Arslan anî ziman ku bêkarî tenê bi pêşketina sanayiyê re dikare ji holê bê rakirin û got, “Înşallah ji bo sanayî li herêma pêş bikeve em ê bi hev re bixebitin.”

Osman Osman Baydemîr jî got ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê de wê pêşeroja 78 mîlyonan bê dengdan.

Baydemîr wiha dewam kir: “Baweriya min jî ev e, guhertin mijareke ku mirov nikare jê bireve. Her demek xwedî mecbûriyeteke li gor xwe ye. Guhertin li vî welatî êdî bûye mecbûriyetek.”

ESNAFAN DERDÊN XWE VEGOTIN

Baydemîr û yên ligel paşê esnafên siteya sanayiyê ziyaret kirin. Esnafekî ku bi Baydemîr re axivî got: “Ev saleke esnaf pir mexdûr in. Bi taybet esnafên biçûk. Nikare Bag-Kur û sîgortaya xwe razîne. Em nikarin berdestan bixebitînin. Em nikarin halê xwe ji kesekî re vebêjin.”

Baydemîr ê got, “Hêza guhertinê di destê we de ye”, dema ji bo çûnê xatir xwest esnafekî ku got, “destê min qirêj e” Baydemîr wiha bersiv da: “Destê we destê herî paqij e, ji ber destê kedkaran paqij e. Destê bi rastî qirêj destê dikeve beytulmalê ye. Îro 1’ê Gulanê ye. Înşalah em ê pergaleke adil a her kedkarekî dixebite bigihêhe hiqûq û heqê xwe, heqê keda xwe bistîne û aboriyeke adil em ê bi hev re ava bikin.”