Mîtînga 1’ê Gulanê ya Êlihê bi dawî bû

Mîtînga 1’ê Gulanê ya li Êlihê bi tevlîbûna hezaran kesan pêk hat bi stranên Hozan Comerd bi dawî bû.

Mîtînga 1’ê Gulanê ya li Êlihê bi tevlîbûna hezaran kesan pêk hat bi stranên Hozan Comerd bi dawî bû.

Mîtînga 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê ku bi tevlîbûna hezaran kesên ji bajarên Bakurê Kurdistanê hatin pêk hat 4 saetan dewam kir.

Di mîtîngê de piraniya jin û ciwanan bal kişand. Piştî axaftinan li ber stranên hunermandan govend hat gerandin.

Di saetên pêş de piştî polîsan qada mîtîngê terk kirin, girse bi rehetî derbasî qadê bû.

Hinek komên kedkar ên ji bajarên dûr hatibûn beriya mîtîng bi dawî bibe ku ketin rê, Hozan Comerd dema derket dikê bi hezaran kesan bi dirûşman ew guhdar kirin.

Mîtîng bi stranên Hozan Comerd bi dawî bû. 

...