Xetereya jiyanê ya Altunbîlek didome

Ozgur Altunbîlek yê ji bo xwe ji êrîşên polîsan a di 1’ê Gulanê biparêze ket otoparkekê û hat kêrkirin, rewşa wî ya tenduristiyê cidî ye.

Ozgur Altunbîlek ê ji bo xwe ji êrîşên polîsan a di 1’ê Gulanê biparêze ket otoparkekê û hat kêrkirin, rewşa wî ya tenduristiyê cidî ye.

Altunbîlek li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Taksîmê ya Gazîosmanpaşayê tê dermankirin. Li gorî agahiyên ku doktoran daye dayika Altunbîlek, xetereya jiyana Altunbîlek hîna didome.

Altunbîlek di encama êrîşê de ji zikê xwe bi kêrê hatibû derbkirin. Li aliyê din hat hînbûn ku ji bo tespîtkirina êrîşkaran lêpîrsîn hîna nehatiye destpêkirin.