1’ê Gulanê li Koln û Lînzê bi coş hat pîrozkirin -BI DÎMEN-
Li bajarê Koln ê Elmanya û bajarê Lînzê yê Awûstûrya meşa 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin.
ANF
KOLN
în, 1 gulanê 2015, 18:59
Li bajarê Koln ê Elmanyayê meşa 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin. Meş di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê, sendîkayên Elman, sazî û gelek rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyî de hat lidarxistin. Nêzî 2 hezar kes beşdar bûn.
Girseya li Hans Bockler Platz kom bû, piştî meşa du saetan gihişt Qada Heumarkt.
Di meşê de dirûşmên, “Bijî 1 Gulan”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor“ û “Bijî biratiya gelan” hatin gotin.
Di meşê de li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, Îvana Hoffman a li Rojava jiyana xwe ji dest da hatin hilgirtin. Komeke Rojhilatî jî wêneyên hin kesên li Îranê di bin tehdîda darvekirinê de vekirin û ji bo girtiyên li Îranê azadî xwestin.
Di axaftinên mîtîngê de banga mezinkirina piştevaniyê hat kirin.
Mîtîng bi dirûşman dawî bû.
LÎNZ
Li bajarê Lînz ê Awûstûrya jî bi tevlîbûna gelên cuda 1’ê Gulanê hat pîrozkirin.
Navenda Çandê ya Hêvî, ADHK, ADA, Navenda Çandê ya Pîr Sultan Abdal, KOM Întern, KPO (Kommunistische Partei Osterreich), KJO (Kommunistische Jugend Osterreich), DÎDF, RJK, Komeleya Elewiyan a Lînz li Schillerpark ku kom bûn, bi dirûşmên, "Bijî Berxwedana Rojava", "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Bijî Yek Gulan" meşek li dar xistin.
Di meşê de ku stranên hilbijartinê yên HDP’ê jî hatin vekirin, pêşandana şanoyê ya serketina YPG/YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê ku TEV-ÇAND’ê organîze kir rastî eleqeyeke zêde hat.