Polîsên Tirk li her cihî êrîş dikin
Polîsên Tirk bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşî kedkarên ji Beşîktaş ber bi Talsîmê ve diçûn kirin. Di êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşî kedkarên ji Beşîktaş ber bi Talsîmê ve diçûn kirin. Di êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşî kedkarên ji Beşîktaş ber bi Talsîmê ve diçûn kirin. Di êrîşa polîsan de gelek birîndar bûn û hatin binçavkirin. Taxên Kurtuluş, Dolapdere, Okmeydani jî di nav de li tevayî qadên diçin Taksîmê êrîş pêk anîn.
Bi berbangê re komên bendên polîsan derbas kirin bi koman li Qada Beşîktaş kom bûn. Karker û kedkarên di pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB li Beşîktaşê kom bûn, govend gerandin û dirûşm gotin. Gelek sendîkayên karker û gelemperiyê, rêxistinên civaka sîvîl, komên pîşeyî, partiyên siyasî, rêxistinên ciwan û jinan, komên baweriyan bi dirûşm û daxwazên xwe di nav kortejê de cih girtin.
HDP’yî jî bi komeke qerebalix hatin Beşîktaş. HDP’yî bi dirûşmên, "Em HDP em li Taksîmê” û "Bijî Yek Gulan" tevlî korteja Taksîmê bûn.
Saet 12.00’an dema wê meşê destpê kiriba, serokên konfederasyonan bi polîsan re hevdîtin pêk anîn. Rayedarên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ên bi polîsan re hevdîtin pêk anîn xwestin bend bên rakirin. Polîsan got ku wê destûrê bidin 300 kesan ku bi awayekî sembolîk biçin Taksîmê. Li ser vê di navbera rayedarên sendîkayan û polîsan de nêzî 2 saetan hevdîtin pêk hatin.
Kanî Beko Serokê Giştî yê DÎSK’ê piştî ji hevdîtina bi Walî re vedigeriya ku daxuyaniyê bide girseyê polîsan êrîşî karker û kedkaran kir. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîş kirin. Kedkaran jî bi şûşeyên avê û keviran êrîşî polîsan kirin. Di encama mudaxeleya tund a polîsan de kesekî ku çelenga DÎSK’ê ya 1’ê Gulanê hildigirt ket erdê û bi deqeyan li erdê ma.
POLÎS NÎŞAN DIGIRE Û ÊRÎŞ DIKE
Êrîşa polîsan li Meydana Kartalê, Kolana Ihlamûr Dere û kolanên Sûka Beşîktaşê jî belav bû. Hat ragihandin ku polîs nîşan digire û bi fîşekên plastîk êrîş dikin. Tê gotin ku di dema êrîşê gelek kes bi lêdanê hatine binçavkirin. Kedkarên xwe li avahiyan digirin jî li êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê rast tên.
LI ŞÎŞLÎ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Wekî din, karkerên xwestin ji Şîşlî bimeşin Taksîmê li benda polîsan aliqîn. Endamên Sendîkaya Nakliyat Îşê yên li Kolana Halasgargazî civiyan xwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin. Lê belê polîsan pêşî li karkeran girtin û nehiştin bimeşin. Piştî sekneke bi qasî du saetan karkeran ji nû ve dest bi meşê kirin. Karkeran bi qîrîna dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê", û "Em karker in mafdar in, em ê qezenç bikin" meşiyan, careke din li benda polîsan rast hatin. Ji ber astengiyan karkeran li Kolana Halasgargazî çalakiya rûniştinê pêk anîn.
LI HER DEVERÊ ÊRÎŞA POLÎSAN
Komên xwestin ji Kûrtûlûş, Haciahmet, Dolapdere û Okmeydani bimeşin Taksîmê jî rastî êrîşa polîsan hatin. Di destwerdana li Kûrtûlûşê de gelek kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku polîsan avêtin ser hin kargehan û welatî kirine binçavan. Li kolanên Okmeydani di navbera koman û polîsan de pevçûn dewam dikin.
Li aliyê din, piştî êrîşan tê payîn ku serokên konfederasyonan daxuyaniyekê bidin.