Asya Abdullah: Çareseriya pirsgirêkan di pergala Kantonan de ye

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah da zanîn ku ew bawer in bi pergala kantonel a li Rojava hatine avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê bên çareserkirin.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah da zanîn ku civîna 3. Şêwîrmendiyê ya Cenevreyê ya ew jî hatin dawetkirin, girînge û got ku ew ê beşdarî hemû civînên ku feydeyê didin avabûna Sûriyeyê, bibin û di van civînan de pirgirêkên gelan wê bi pergala kantonel a li Rojava hatine avakirin, bên çareserkirin. Abdullah xwest li hemû deveran piştgiriya ji bo Rojava bidome û wiha got: “Divê nebêjin şoreş qediyaye. Li her derê xetere didome. Hewcedariya mirovên li wir her diçe zêde dibe.”

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, geşedanên li Rojava, êrîşên DAIŞ’ê û dawetkirina PYD’ê ya Civîna 3. Şêwîrmendiyê ya Cenevreyê ji ANF’ê re nirxand.

PERGALA KANTONAL JI BO PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ GIRÎNGE

Abdullah got ku wan wek partî ji destpêka şoreşê heta niha hem ji bo Sûriyeyê û hem jî bo Rojava çareseriya siyasî parastine û got: “Bi saya têkoşîna li Rojava hatiye dayîn bi sê kantonan re pergala demokratîk hat avakirin. Ev pergal ji bo Kurdan û gelên din gelek girîng e. Ji bo ev pergal bi giştî bê avakirin, xebat didomin. Pergala kantonal ji bo pêşeroja Sûriyeyê gelek girîng e.

Me wek partî çareseriya siyasî xwest. Em vê hem ji hêzên hundir û hem jî yên derve re tînin ziman. Li ser vê esasê em li aliyê diyalogê ne. Em li aliyê Sûriyeyek demokratîk in. Ji ber vê em beşdarî hemû civînên ku feydeyê didin avakirina Sûriyeyek demokratîk, dibin. Em li aliyê pergalek demokratîk ku hemû gelên Sûriyeyê dikarin îradeya xwe nîşan bide ne. Em têkoşîna vê didin.”

EM GIRÎNGIYÊ DIDIN CIVÎNÊ

Abdullah got berê jî du civîn pêk hatin, lê PYD nehat dawetkirin û got: “Lê ji ber îradeyên cuda beşdarî civînê nebûn, civîn bi ser neket. Ji ber vê têkçûnê divê ji vir şûn ve hemû alî beşdarî civînan bibin. Divê fikrên her du aliyan li ser maseyê bê nîqaşkirin. Em girîngiyê didin civîna diyalogê ya li Cenevreyê. Ya girîng ev e ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê çareseriyek pêk bê. Em civîna pêk tê, wek têkoşînê dibînin, ev destpêkeke, lê em nabêjin ev civîn her tiştî çareser dike. Her tişt di carekê de nayê çareserkirin. Divê ji cihekî bê destpêkirin.

Yên ev civîn pêk dianîn, nêzîkatiya wan li hember me cuda bû. Lê em li gorî vê nêzîkatiyê tevnegeriyan. Tevî van em hemû xebatan û diyalogan baş dinirxînin. Em li ku dibin bila bibin em ê fikrên xwe bêjin. Em ji bo avabûna Sûriyeyek demokratîk fikrên xwe bêjin. Jixwe rastî jî xuya dike, tevî hemû zehmetiyan, qezencên gelê Rojava li holê ne.”

HATINA CEM HEV A HÊZÊN MUXALÎF GIRÎNGE

Abdullah got ku hêzên din ên muxalîf jî beşdarî civînê dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojhilata Navîn tevlîhev e. Mirovahî bi pirsgirêkên giran re rû bi rûne. Ji bo azadiya gelan çareserî ferz e. Şerekî mezin heye, şer li ser gelan tê meşandin. Di vê mijarê de berpirsyariya her kesî heye. Ger bi rastî çareseriyek siyasî bê xwestin, divê destpêkê hêzên muxalîf ji xwe destpê bikin. Rola hêzên navneteweyî girînge, lê divê hêzên muxalîf bên cem hev û bi hev re tevbigerin. Di muxalefeta Sûriyeyê de nêrînên cuda û parçebûn hene. Roj bi roj pirsgirêk giran dibin. Ger neyên çareserkirin tiştekî ku muxalefet bike namîne.

GEL ÇARESERIYEK DEMOKRATÎK DIXWAZIN

Tiştên li wir bê nîqaşkirin divê ji daxwazên gel ne dûr bin. Yekane daxwaza gelê wir ev e ku şer bi dawî bibe, mirin bisekinin û pergala xweseriya demokratîk bê avakirin. Dîsa welatiyên koç kirine dixwazin vegerin xaka xwe. Divê em van daxwazên gel pêk bînin. Ev daxwaza gelan jî li Rojava pêk hatiye, divê tenê malê Kurdan neyê kirin, hemû gel di vê pergalê de xwe heyî dikin. Ji bo avabûna vê pergalê têdikoşin.”

DIVÊ QEZENC BAŞ BÊN NIRXANDIN

Abdullah destnîşan kir ku li Rojava du mijarên girîng hene, yek ev e ku li kantona Kobanê û Cizîrê li dijî DAIŞ’ê berxwedanek mezin tê nîşandan. Serketin û qezencên wan hene. Divê ev baş bê nirxandin. Hêzên piştgiriyê didin DAIŞ’ê, hem çekan û hem leşkeran didinê. DAIŞ jî bi vê hêzê erîş dike. Em jî li dijî van çeteyên hov gelan diparêzin. Divê hêzên navneteweyî jî piştgiriyek mezin bidin Rojava ku, em jî berxwedanê bê navber bimeşînin.

ROJAVA KIRINE DORPÊÇÊ

Ya duyemîn jî tevî têkoşîna mirovahiye ya li Rojava tê dayîn Rojava kirine dorpêçê. Hemû derî li ser hatine girtin. Ev gelek girîng e. Divê ev têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bê dîtin. Tevî berxwedana mezin a li dijî DAIŞ’ê hemû derî li ser me tên girtin. Bi ti awayî bazirganî nayê kirin. Ketin û têketin nabin. Ev meseleyek mirovahiye.

Deriyên hatine girtin divê bi awayên korîdora sîvîl bên vekirin. Îro kesên Kantona Efrînê ji bo hewcedariyên xwe peyda bikin, dema sînoran derbas dikin tên kuştin an jî girtin.

Piştî azadkirina Kobanê welatî vegeriyan xaka xwe.  Lê Kobanê serobino bûye. Me xebatên jinûve avakirina Kobanê dane destpêkirin. Divê alîkariya ji bo Kobanê ji derve bê. Lê ji ber helwesta li deriyan, astengî derdikevin. Ji bo vê ez carek din dibêjim, divê korîdora sîvîl bê vekirin.

XETERE DIDOME

Pêvajoya şoreşê neqediyaye. Şoreş didome. Êrîşên DAIŞ’ê hîna didomin. Berxwedana li dijî DAIŞ’ê didome. Pevçûnên dijwar li kantona Cizîr û Kobanê didomin. DAIŞ bi hemû hêza xwe li herêmê kom bûye. Dîsa Kantona Efrînê hem di aliyê aborî hem jî di aliyên din de hatiye dorpêçkirin. Dema ev bidomin, mirov nekarin bêjin şoreş qediyaye. Divê her kes piştgiriya xwe bide. Gelê me yê Ewropayê divê rola xwe bilîze.

Divê her kes ji bo Kobanê bikeve nava hewldanan. Welatî vegeriyane xaka xwe. Lê ji bo jiyanê tiştek li wir tine. Ji ber vê hemû kes bikeve nava hewldanan.”

...