Li Swîsre pîrozbahiya 1’ê Gulanê

1’ê Gulanê li tevayî bajarên Swîsre ku bi coş hat pîrozkirin, bi hezaran kesan bal kişandin ser êrîşên hovane yên kapîtalîzmê.

 Ligel vê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li ser dawetiyeke taybet tevlî pîrozbahiya li Zurîhê bû bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê ya ji bo gelan. Muslim got: “Berxwedana li Rojava ya li dijî DAIŞ’ê ji bo parastina nirxên mirovahiyê ye.”

Bajarên Zurîh, Bern, Basel û Cenevre di nav de li tevayî bajarên Swîsre bi kesan kesên daketin qadan bi meş û mîtîngan 1’ê Gulanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyên ku di bin barana zêde de pêk hatin beşên cuda bi rengên xwe beşdar bûn.

Bi hezaran kesên li tevayî bajaran derketin kolanan xwestin heqdestê xebatkaran bê zêdekirin.

Yek ji cihê ku pîrozbahî bi coş û tevlîbûneke zêde lê pêk hat Zurîh bû. Nêzî deh hezar kesên ji beşên cuda yên li qada Helvetia Platz kom bûn heta qada Opera Platz meşek li dar xistin.

MUSLIM: DAIŞ NIRXÊN MIROVATIYÊ TINE DIKE

Di pîrozbahiyê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê li ser dawetiyeke taybet amade bû, piştî meşê mafê axaftinê wergirt. Muslim di destpêka axaftina xwe de 1’ê Gulanê pîroz kir û behsa pêşketinên li Rojava kir.

Muslim kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê ya ji bo gelan. Muslim got: “Berxwedana li Rojava ya li dijî DAIŞ’ê ji bo parastina nirxên mirovahiyê ye.” Muslim got ku li Kobanê vegera gel didome û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê pêwîst e, alîkarî bê kirin.

Di standên têkildarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li Zurîhê hatin vekirin heta roja Yekşemê wê panel û konser bên lidarxistin.

...