Li Swêdê Kobanê mohra xwe li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê da
Îsal berxwedana Kobanê û piştevaniya bi Kobanê re mohra xwe li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ya li Swêdê da.
Îsal berxwedana Kobanê û piştevaniya bi Kobanê re mohra xwe li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ya li Swêdê da.
Li qada Medborgarplatsen a Stokcholmê mîtîngek pêk hat û nêzî 15 hezar kesî beşdarî mîtîngê bûn. Peyama rêveberiya Kantona
Kobanê hat xwendin û her wiha di çalakiyên ku li 59 cihî pêk hat de ji bo avakirina Kobanê qumbareyên alîkariyê hatin danîn.
Li Swêdê wek her 1’ê Gulanê, îsal jî, ji aliyê demokrat, sosyalîst, komunîst û komên otonom ve çalakî pêk hatin. Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat li 80 cihî, partiya Çep li 60 cihî, ya Komunîst li 30 û komên otonom jî li 10 cihî mîtîng û meş pêk anîn, roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê ya çîna karkeran pîroz kirin. Di saetên êvarê de jî tevî van partiyan, rêxistinên penaberan nêzî 100 bername pêk anîn.
Pîrozbahiya herî girseyî li Stockholmê pêk hat. Partiya Çep çalakî pêk anî û nêzî saet di 12’an li Qada Medborgarplatsen destpê kir. Li ser wateya rojê axaftin hatin kirin.
Komên Tirkiyeyê li pişt pankarta ‘Di 1’ê Gulana 1977’an deli Taksîmê’ cih girtin û Kurdan jî alên PKK, PYD, PJAK, YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hil dan.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Ayşe Goktepe peyama 1’ê Gulanê ya Rêberiya Kantona Kobanê xwend. Di peyamê de berxwedana karkeran hat silavkirin û wiha hat gotin: “Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan, ji bo ku desthilatdariyê bigirin destê xwe bûye destpêkek dîrokî. Ev şoreş a jin, ciwan û karkeran e. Pergaleke ku serdestiyê dide gel, armanc dike. Berxwedana me tenê ji bo parastina nirxên gelê me ye, di heman demê de gelê me parastina şoreşa xwe jî dike. Di encama berxwedana YPG û YPJ’ê de terorîst ji navendan derketine û êrîşên çeteyan ên li dijî gundan didome. Berxwedana me niha hatiye asteke ku li Kobanê jiyaneke civakî ya nû tê avakirin.
Di encama êrîşên DAIŞ’ê de Kobanê wêran bûye. Ji ber vê ji bo avakirina ji nû ve hewcedarî bi piştevaniya navneteweyî heye. Em bang li hemû karker, sednîka û saziyên civaka sivîl dikin ku di avakirina Kobanê de cih bigirin.”