Kedkaran li hember AKP û Erdogan hêrsa xwe nîşan dan

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê karker û kedkar, bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja karkerên cîhanê daketin qadan û çalakî pêk anîn.

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê karker û kedkar, bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja karkerên cîhanê daketin qadan û çalakî pêk anîn. Bi sedhezaran karkeran koletiya AKP'ê şermezar kirin û anîn ziman ku dê li dijî koletiyê ked û berxwedana karkeran bi ser bikeve. Karkeran qedexekirina Taksimê şermezar kirin û her der zîvirandin qada Taksîmê

DÊRSIM

Li Dêrsimê bi sedan karker û welatî li ber nexweşxaneya berê kom bûn û meşiyan qada Seyîd Riza. Komê di meşê de pankarta "Di Sosyalizmê de israr, di însanetiyê de israr e" vekir û siloganên "Bijî biratiya gelan", "Bijî yek gulan" berz kirin. Jin jî bi cil û bergên herêmî beşdarî meşê bûn. Li ser navê komê Serokê BES'ê ya Dêrsimê Ozcan Gurtaş anî ziman ku hikûmeta zarokan dikuje, zarokên wan xwedî keştî ne. Çalakî bi govendê bi dawî bû.

ÎDIR

Karker û kedkarên ku li qada Şaredariyê kom bûn, bi minasebeta 1'ê Gulanê daxuyanî dan çapemeniyê. Namzetên HDP'ê yên Îdirê, karker û kedkar û welatî amade bûn. Li ser navê komê Rêveberê Egîtîm Sena Îdirê Nejdet Dogan, daxuyanî da û tundiya hikûmetê şermezar kir. Komê bê navber silogana "Bijî yekê Gulanê", "Bijî biratiya gelan" berz kir û govend gerandin. Piştî demekê govend gerandin belav bûn.

BALIKESÎR

Li navçeya Edremita Balikesîrê jî karker û kedkaran bi heman armancê mîtîng pêk anî. Karkerên piştî meşê li ber Daîreya Bacê li hev kom bûn, bi tevlêbûna hevparên HDP û KESK'ê heta qada Cumhuriyetê meşiyan û li vir mîtîng pêk anîn. Girsê bê navber siloganên "Bijî 1'ê Gulan", "Şehîdên Gazî nemir in" berz kirin û pankarta "Em karker û kedkar in", "Em jin in", "Em parazvanên mafên mirovan in", "Em parazvanên ekolojiyê ne" berz kirin. Girseya gihişt qada mîtîngê li ber muzîkê govend gerand. Piştî govendê Serokê Şaxa Egitim Senê ya Balikesirê Tahsin Yelkovan, helwesta hikûmeta AKP'ê şermezar kir û anî ziman ku li AKP li hemberî kuştinê bêdeng e.

Mîtîng bi govendê bi dawî bû

MUGLA

Li Muglayê jî, karker, kedkaran mîtîng pêk anîn. Nêzî 5 hezar kesên li navenda bajar kom bûn, bi kurdî û tirkî pankarta "Bijî Yek Gulan- Yaşasın 1 Mayıs" vekirin û heta qada Otogarê meşiyan. Endam û rêveberên KESK, HDP, CHP, EMEP, SDP, DÎSK Genel-İş, Komeleya Ciwanên Azad a Şerzan Kurt û Meclisa Jinên Ciwan a Hêvî Çîya amade bûn. Di mîtîngê de pankart, dowîz û siloganên ku hikûmetê rexne dikin û mafê karkeran diparêzin vekirin. Berdevkê Demê yê Şaxên KESK'ê ya Muglayê Bilgi Taşkiran û Berdevkê Meclisa Ekolojiyê ya HDK'ê polîtikayên AKP'ê rexne kirin. Mîtîng bi govendê bi dnawî bû.

DENÎZLÎ

Li Denizliyê jî endam û rêveberên sendîkayên kedê li ber avahiya HDP'ê ya Denîzliyê kom bûn û heta qada Demokrasiyê meşiyan. Komê di meşê de bê navber kedxwarî şermezar kirin û siloganên mafê karker û kedkaran diparêzin berz kirin. Komê piştî meşê govend gerandin û belav bûn.

RIHA

Li Rihayê jî be tevlêbûna karker, kedkarên KESK, DÎSK, endam û rêveberên HDP, DBP, HODER'ê çalakî hat lidarxistin. Karker ji Qada Ataturk heta Qada Topçuyan meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Dilek Çakirtaş daxuyanî da û polîtîkayên AKP'ê şermezar kir. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, jî anî ziman ku kedxwariya karker û kedkaran didome.

Li navçeya Serêkaniyê jî meclisa Ciwanên HDP'ê 1'ê Gulanê pîroz kir.

SEMSÛR

Li Semsûrê jî Platforma Ked û Demokrasiyê bi heman armancê li Sûka Astengdaran kom bûn û heta Taxa Karapinarê meşiyan. Endam û rêveberên Egîtîm Sen, ÎHD, SES, EMEP, Kurdi Der ,Yakay-Der, BES, AKAY-DER, KJA, KON-KED, HDP û DBP amade bûn.

DÎLOK

Platforma Kedê ya Dîlokê jî têkildarî 1'ê Gulanê li Qada Îstasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de endam û rêveberên HDP, EMEP, ESP, DBP, KESK, İHD, BHH, OSP, SYKP, YSGP, TMMOB, TTB û ODP'ê amade bûn. Li ser navê platformê Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê Alî Ersonmez axivî û polîtîkayên emperyalist-kapitalistê rexne kir.

ELBİSTAN

Rêxistina HDP'ê, SES û Egîtîm Senê ya Elbistanê jî bi heman armancê çalakî pêk anî. Kom li qada Ahmet Karacabeyê kom bûn û heta Qada Cumhuriyetê meşiyan.

WAN

Li Wanê jî bi heman armancê bi hezaran endam û rêveberên KESK, DİSK, TMMOB, TTB û HDP'ê li Qada Kulturê li hev kom bûn û mîtîng pêk anîn. Girseya ku ji 3 milan ve meşiyan qada mîtîngê dîmenên rengîn ava kirin. Karker û kedkaran li qadê pankarta mezin a "Ji bo karkerên Kurdîstanê slav ji bo hemû cîhanê" vekirin. Mîtîng di bin dorpêça polîsan de hat lidarxistin. Li ser navê girsê Berdevkê Demê yê Platforma KESK'ê Haşim Baygumuş, anî ziman ku dixwazin milyonan karkeran bikin koleyên xwe. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva jî roja karkeran pîroz kir.

Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî bi heman armancê li Parka Barişê çalakî pêk anî.

COLEMÊRG

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê jî bi heman armancê çalakî pêk anîn. Bi sedan kesên li duriyana nexweşxaneyê li hev kom bûn, li ber dengê def û zurneyan govend gerandin û piştre heta avahiya VEDAŞ'ê meşiyan. Girsê bê navber siloganên bi kurdî û tirkî berz kirin û polîtikayên AKP'ê şermezar kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê karker û kedkarên KESK, DÎSK, HDP û DBP'ê çalakî pêk anîn.

ERDEXAN

Li Navenda Erdexenê jî bi heman armancê karker û kedkaran li Parka Bajar çalakî pêk anîn.

Li Erzirom, Mûş, Antalya, Edene, Karataşê, Hatayê, Îskenderûn, Mêrsîn û Tarsusê jî çalakî hatin lidarxistin.

...