2 gundên Ezazê tevlî kantona Efrînê dibin

Şêniyên gundên Meyase û Zeniratiyê yên herêma Ezazê xwestin ku gundê wan têkeve bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê û ji hêzên YPG’ê jî daxwaza parastinê kirin.

Şêniyên gundên Meyase û Zeniratiyê yên herêma Ezazê xwestin ku gundê wan têkeve bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê û ji hêzên YPG’ê jî daxwaza parastinê kirin.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan ANHA, Şêniyên gundên Meyase û Zeniratiyê yên herêma Ezazê ya li bakurê Helebê serldan kirin û xwestin gundê wan têkeve bin sîwana Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk a Kantona Efrînê. Gundiyan ji hêzên YPG’ê daxwaza parastinê kir. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê ji şêniyên herdû gundiyan re civîn lidarxistin. Di civînê de Fermandarê YPG’ yê herêmê Şêro Viyan axivî û got ku gundiyan daxwaz kirine tevlî Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bibin û wan jî daxwaza gundiyan bi erênî bersivandiye. Şêro da zanîn ku pêwîste komîteyên parstina gundan û komên xweparastinê yên herdû gundan bêne avakirin û li kêleka hêzên YPG’ê û YPJ’ê parastina gundên xwe bikin. Şêro destnîşan kir ku YPG’ê dê bi hemû hêza xwe parastina gelê herêmê bike.

Piştî axaftina fermandarê YPG’ê nîqaş hatin kirin û gundiyan pêşniyarên xwe kirin, di encamê de biryar hate gitin ku riyeke di navbera herdû gunan û kantona Efrînê bê vekirin, her wiha meclîs û komînên herdû gundan bêne avakirin.

Şêniyên gund di civînê de daxwaz kirin ku rêxistinkirina herdû gundan bi lez bê kirin, da ku bibin wekî gundên herêma Efrînê.

Der barê mijarê de hin rûspiyên gundan ji ANHA’yê re axivîn. Meleyê gundê Meyasa Şêx Esed Mihemed Dîb da zanîn ku ev demeke ew di nava zehmetiyan de jiyan dikin û ev tişt anî ziman: ˮZehmetiyên me jiyan kirin pirin. Di nava xwe de me nîqaş kir, em ghiştin encamê ku xelasiya me ew ku em tevlî herêmên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê. Di gundê me de xizmetên jiyanî nînin, lê me didît ku li gundên Kantonê yên nêzî me bi aramî jiyan dikirin û xizmetên xwe dikirin.ˮ

Welatiyê bi navê Elî Henan spasiya hêzên YPG ‘ê û YPJ’ê ku dest bi parastina gundê wan kir û riya di navbera gundên wan û kantona Efrînê ve kirin kir û got ku vekirina rê û tevlîbûna wan a nava kantona Efrînê dê bi awayekî erênî jiyana wan bighere.

Mixtarê her du gundan Hesen Ibrehîm Ferec destnîşan kir ku ketina gundên wan bin sîwana Rêveberiya Xwerser dê jiyana wan di alî parastin, xizmet, tenduristî û perwerdeyê jî bighere.  Ferec, got ku ji zû ve dixwestin tevlî nava rêveberiyê bibin, lê ji ber rewşa herêmê û zehmetiyan pêk ne dihat. Ferec, da zanîn ku niha vekirina riya di navbera gundên wan û navçeya Şêrawa dê bandoreke erênî li jiyana gundiyan bikin.

Rêya di navbera her du gundan û navçeya Şêrawa ya Efîrnê bi dirêjbûna 3 kîlometriyan û firbûna 2,5 metran dê bê vekirin. Hêzên YPG’ê mesrefa vekirina rê ku dê 2 mîlyon û nîv girt ser xwe, gundiyan jî destnîşan kirin ku wê di vekirina rê de alîkariyê bikin. Vekirina rê hatiye destpêkirin û dê di nava mehekê de rêya di navbera herdû gundan û Efrînê vekirî be.

Gundên Meyase û Zeniratiyê yên girêdayî herêma Ezaz ya bakurê Helebê, li ser sînorê navçeya Şêrawa ya Efrînê ne. Başûrê wan gundê Birc Qenas û bakurê wan gundê Berad û Soxanekê yên navçeya Şêrawa dikevin. rojhilatî wan jî bajaroka Nupil a şêniyên wê şîane dikeve. Di her du gundan de nêzî 250 malî heye.