KJA: Polîsên AKP'ê cejn veguherandin kaosê

KJA'yê nerazîbûn nîşanî êrîşên polîsan ên di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de, da.

KJA (Kongreya Jinên Azad) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa oplîsan a di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê me ku bedewiya kedê di 1'ê Gulanê roja gelên kedkar ên cîhanê de bi pîrozbahî û tilîliyan daxist kolanan, îro careke din li destwerdanê rast hatiye. Ev destwerdanên li kolanan careke din nîşanî me daye ku bi çi rengî tê xwestin ked ji holê were rakirin. Li Stenbolê zêdeyî 150 welatiyên me bi lêdan, zext û zordariyê hatine binçavkirin. Li Îzmîrê jî şîdeta polîsan bal kişandiye."

'DIJBERÊN AŞTIYÊ QIRÊJIYA XWE NÎŞAN DAN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dijberên aştiyê bi êrîşa li hemberî gel re careke din qirêjiya xwe ya dixwaze civakîbûn û bedewiya kedê ji holê rakin, nîşan dane" û hat destnîşankirin ku polîsên AKP'ê êrîşî pîrozbahî û şahiyên cejnê kirine û rê li ber kaosê vekirine.

KJA'yê şîdeta polîsan şermezar kir.