Meclîsa Civaka Demokratîk a Haîdekreîs kongreya li dar xist

Navenda Civaka Demokratîk a qada Hannover/Haidekreis (Walsrodre),4. Kongreya xwe ya Asayî bi tevlîbûna 80 delegeyî pêk anî.

Kongre li salona Walsrode Kirschboirzen saet 15.00’an bi rêzgirtinê destpê kir. Bi hilbijartina dîwanê re ku rojeva kongreyê hat diyarkirin nîqaş û nirxandinan destpê kir.

Nûnerê Nav Dem M. Emîn Sevîm ku têkildarî pêşketinên dawî yên siyasî axivî got ku li Rojhilata Navîn krîza pergala modernîteya kapîtalîst heye. Sevîm der barê hilbijartinên 7’ê Hezîranê de jî xwest gel li derdora HDP’ê bibin yek.

Piştî axaftinan rapora xebatan a salekê hat xwendin. Piştî xwendina raporê delegeyan nirxandin kirin. Rapor bi kêmasiyên hatin zimên re hat qebûlkirin.

Piştî rapor hat qebûlkirin, derbasî hilbijartinê bûn. Cûma Ozdogan û Cemîle Yildiz wek hevserok hatin hilbijartin. Ji bo Komîsyona Dîsîplîn û Kontrolê sê kes hatin hilbijartin. Ji bo meclîsa giştî jî 23 kes hatin hilbijartin.