Dozger: Ger bixwazim dikarim 40 rojan di bin çavan de bihêlim
Doktorê li berxwedêrên ji bo kontrola tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê dihatin kirin di hundirê otobusa polîsan de nihêrî got, “Ez raporê saxlem bidim we hemûyan.”

Tevayî mafên qanûnî yên kesên ku bi hinceta xwestin 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin hatine xespkirin.
300 kesên bi saetan di otobusa polîsan de tên rawestandin, rastî êrîşa polîsan hatin, ji paş ve hatin kelepçekirin. Birîndarên ku di nav wan de zarok jî hene sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin. Milê endamê berê yê Desteya Rêveber a Navendî ya KESK’ê Akman Şîmşek hat şikandin.
Parêzerên ketin Edliyeya Çaglayan, ji bo îtîrazî pêkanînên dij hiqûqî û dij mirovî yên li hember kesên di bin çavan de daxwaznameyê bidin nehat qebûlkirin û hatin derbkirin.
Parêzeran ancax derengiya şevê muxatabek dîtin.
Parêzer Umît Altaş, bi dozgerê bûyerên teror û civakî Okan Ozsoy re bi rêya telefonê axivî. Parêzer dema pirsa, biryara binçavkirinê ji aliyê kê ve hatiye dayîn kir dozger got: “Min da.” Li ser gotina mirov bi saetan di wesayîtan de ji paş ve kelepçekirî ne dozger got: “Ma ez ê hesab bidim te. Eger ez bixwazim dikarim 40 rojan di bin çavan de bihêlim.”
Parêzer Umît Altaş diyar kir wê serî li Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Stenbolê bide û got: “Em ê ji vê serlêdanê encamekê bigirin nizanim. Niha qedera 300 kesî di destê dozgerekî ku bêalîtiya xwe winda kiriye de ye.”
Ligel vê 3 otobûsên tijî mirov ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Hasekî. Doktoreke jin a hat ber otobusekê li kesên di hundir de nihêrî , kesekî doktor ku jêre got: “Ti doktoreke çawa yî?” Doktora jin got: ”Ez ê rapora saxlem bidim we hemûyan.”