Komalên Ciwan: Divê ciwan bi seferberî ji bo 7’ê Hezîranê bixebitin

Huseyîn Firat ku li ser navê Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyanî da, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga seferberiyê li ciwanan kir.

Huseyîn Firat ku li ser navê Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyanî da, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga seferberiyê li ciwanan kir.

Firat da zanîn ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê  yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên, di aliyê dîrokî de girîng in û got: “Di vê pêvajoya li tevayî erdnîgariya Rojhilata Navîn ku Tirkiyeyê jî digire nava xwe, pevçûn û siyaseta gelan bihev didin şikandin, kûrtir bûye, hilbijartinên 7’ê Hezîranê gelekî girîng in.”

AKP DIXWAZE HDP’Ê DERIYÊ MECLÎSÊ BIGIRE Û ZEMÎNA FAŞÎZMÊ AMADE BIKE

Firat bi lêv kir ku hikûmeta AKP’ê di pirsgirêka Kurd de neçareseriyê kûrtir dike û Tirkiyeyê dikişîne nava atmos pevçûn û kaosê. Firat got ku hikûmeta AKP’ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dixwaze HDP’ê di bin bendê de bihêle û li Meclîsê bingeha faşîzm û dîktatoriyê amade bike. Firat da daxuyakirin ji ber vê yekê ev hilbijartin ji bo hemû gelan bi wate ye û wiha pê de çû:

“Bi awayekî aşkera xuyaye, eger HDP ji derveyî meclîsê bimîne wê desthilatdariya AKP’ê yek alî siyaseta xwe li civakê ferz bike. Jixwe ev konsepta şer a hatiye amadekirin wê bike meriyetê. Di vê rewşê de wê herî zêde bandorê li Tirkiye û Kurdistanê bike. Lê ger HDP qezenc bike wê AKP şûnde bê xistin.  Wê siyaseta wan têk biçe, li Tirkiyeyê pêvajoya avakirina pêşerojeke azad û demokratîk  destpê bike. Bi projeya HDP’ê re wê hilbijartin bigihêjin armanca xwe.”

DIVÊ HEMÛ CIWAN BEŞDARÎ SEFERBERIYÊ BIBIN

Firat di berdewamiya axaftina xwe de got ku divê hemû ciwanên Kurdistan, sosyalîst û demokrat yên Tirkiyeyê li ser esasê seferberiya demokratîk,  xwe ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê amade bikin û got: “Ji bo HDP bendê derbas bike û ji faşîzma AKP’ê re bêjin êdî bes e, divê seferberiyek topyekûn pêk bê. Divê li hemû bajar, bajarok, gund û taxan ji bo hilbijartinê seferberî bê destpêkirin. Hêjayî Denîzan, Mahîr û Kemalan divê ji lîse û zanîngehan destpê bike, hemû ciwan beşdarî vê seferberiyê bibin, li hemû deriyan bixin û biçin hemû gundan.”