Li gelek navendên Ewropa 1’ê Gulanê hat pîrozkirin

1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyan hat pîrozkirin.

1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyan hat pîrozkirin û Kurdistanî û Tirkiyeyiyan di eniya herî pêş a çalakiyan de cihê xwe girtin.

AWÛSTÛRYA

Li paytexta Viyana ya Awûstûryayê bi beşdarbûna 100 hezar kesî li ber Parlamentoya Eyaleta Viyanayê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Partiya Demokrat Sosyal (SPO) ku hevkarê herî mezin ê desthilatdariya Awûstûryayê ye, li ber Parlamentoya Eyaleta Viyanayê çalakî pêk hat û nêzî 100 hezar kesî beşdar bûn. Pîrozbahiyên ku gelek bi coş derbas bûn, komên ku saziyên karker, sendîkayên karker û civakî ava kiribûn, li ber protokolê bi çepikan derbas bûn.

Serokwezîrê Awûstûryayê Werner Faymann di axaftina xwe de, diyar kir ku wê di hilbijartinên giştî yên 11’ê Cotmehê de bi tena serê xwe bên ser desthilatdariyê û hemû pirgirêkên welat çareser bikin. Faymman got: “Wê ji bo zarokan kreşên bê pere, ji bo extiyaran malê lênerînê bên vekirin. Bi sosyal demokratan bawer bikin. Yên herî baş welat bi rê ve bibin em in.”

Hemû wezîrên SPO’yê beşdarî pîrozbahiyê bûn û malovahiya pîrozbahiyan jî serokê Eyaleta Viyanayê Mîchael Haeupl,  kir. Çalakî bê bûyer bi dawî bû.

ESSEN

Li bajarê Essen a Elmanyayê jî 1’ê Gulanê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Çalakiya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Essen û Tevgerên Çep û Sendîkaya Elman ve pêk hat, nêzî 3 hezar kesî beşdar bûn.

Girseya li Girardet Haus civiya, heta ber Navenda Perwerdeya Gel meşiyan. Bênavber dirûşmên, ‘Bijî Yek Gulan’ hatin berzkirin.

Serokên sendîkayan û şaredarê Essenê Reîland Pass têkildarî wateya rojê de axivîn. Saziyan stantên vexwarin-xwarin û înfoyan vekirin. NCKD’ê jî standa HDP’ê vekir û têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê de agahî da. Posterên Ocalan di meşê de hatin vekirin. Li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kermes hat vekirin.

MUNÎH

Li bajarê Munîh a Elmanyayê jî 1’ê Gulanê hat pîrozkirin û Navenda Civaka Kurd a Munîhê, Yekîtiya Sendîkayên Elman, DIDF,EOC, Komeleyên Elewiyan û gelek sazî û nûnerên saziyan beşdar bûn.

Girse li ber  DGB Haus civiya û piştî axaftinên vekirinê gel dest bi meşê kir, gihişt qada mîtîngê ya Marienplatz. Bênavber dirûşm hatin berzkirin û di meşê de posterên her sê şoreşgerên jin ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin, hildan.

Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî beşdarî mîtîngê bû.
 
OLDENBURG

Li bajarê Oldenburg a Elmanyayê ji aliyê komên otonom ên bajar ve  meşek pêk hat û nêzî  500 kesî beşdar bûn û daxwaz kirin ku qedexeya li ser PKK’ê rabe. Ciwanan alên PKK’ê hildan û şoreşa Rojava silav kirin.

Polîsan di meşê de tedbîrên ewlehiyê girtin û girse li cadeya  Theaterwall hat cem hev. Peyama Meclîsa Jinan a Rojbîn hat xwendin. Bi sedan kesî qedexeya li hember PKK’ê protesto kir û ala PKK’ê hildan.

DRAGUIGNAN

Li bajarê Draguîgnan ê Fransayê jî bi pêşengiya sendîkaya CGT’ê meşek pêk hat. Kurdan eleqeyek mezin nîşan da û di çalakiyê de ji bo Kobanê danezana bangê ya 1’ê Gulanê hat xwendin. Hat xwestin ku hemû kedkar piştgiriyê bidin avakirina Kobanê.

...