Hedefa HDP’ê ya li Erziromê herî kêm du parlamenterin
Namzeta HDP’ê ya Erziromê ya di rêza yekem de Seher Akçinar Baha diyar kir hedefa wan ev e ku li Erziromê du parlamenteran derxînin.
Namzeta HDP’ê ya Erziromê ya di rêza yekem de Seher Akçinar Baha diyar kir hedefa wan ev e ku li Erziromê du parlamenteran derxînin.
Baha da zanîn ku tevî astengiyên AKP’ê yên li Erziromê, sînerjiyek mezin bi dest xistine û got: “Li bajar li hember HDP’ê eleqeyek mezin heye. Hedefa me ev e ku em du parlamenteran derxînin.”
Namzeta HDP’ê ya Erziromê ya rêza yekem, Seher Akçinar Baha da zanîn ku li bajar bi komîsyonên ava kirine xebatên hilbijartinê dimeşînin û got: “AKP derfetên dewletê bikar tîne, zextan li me dikin. Xebatên me ji roja ewil de di bin zextan de ne. Midûriyeta Polîsan dibêje ew talîmatê ji Walî digirin. Lê tevî van zextan me sînerjiyek mezin qezenc kiriye. Em ê di 7’ê Hezîranê de surprîzek mezin bikin.” Baha bang li hemû aiyên demokrat yên Erziromê kir ku dengên xwe bidin HDP’ê.
Namzet Seher Akçinar Baha, xebatên hilbijartinê ji ANF’ê re nirxand.
EM ROJA YEKEM BI TOMAYAN RE HATIN RÛ HEV
Baha diyar kir ku ew di bin şert û mercên zehmet de xebatan dimeşînin û got: “Em li tevayî Tirkiyeyê bi partiyên din re ne di şert û mercên wekhev de ne. Em di serî de ji alîkariya xezîneyê, li gelek qadan hatine tecrîdkirin. Dema destpêkê em bi hevalên xwe yên parlamenter re hatin Erziromê, em bi konvoyê çûn avahiyê û me xwest em gel hembêz bikin. Lê di ketina bajar de pêşî li me girtin. Em bi toma û panzêran pêşwazî kirin. Tevî ku me berê jî ragihandibû, bi hinceta ku ‘AKP û MHP mîtîngê dike’ em astengkirin. Di rojên buhrî de em ji bo hevalê xwe Şoreş ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû, defin bikin, diçûn Xinisê. Lê êrîşî me kirin. Dîsa di ketina navçeyê de pêşî li me girtin. Gotin biçin gundekî din û nimêjê li mizgeftek din bikin.”
EFKAN ALA TALÎMATÊ DIDE
Baha di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî ku ti hincet û belge destê wan de tineye jî, keyfî tevdigerin û got: “Midûriyeta polîsan dibêje bi talîmata Walî dikin. Me mijar li Enqereyê nîqaş kir, lê derket holê ku Wezîrê Karên Hundir ê berê Efkan Ala talîmatê dide. Efkan Ala talîmat daye ku ew cenaze neçe Xinisê. Em bi israr çibûn Mizgefta Navendî ya Xinisê. Lê bi ava şîd û gazê êrîşê me kirin. Wê rojê Qendîla Regaîpê bû. Yên bi rojî hebûn. Welatî perîşan bûn. AKP’ê êrîşên kesên li mizgeftê nimêj dikir, kir. Baweriya wan û rêzdariya wan tine.
Armanca wan ev e ku HDP bendê derbas neke. Polîtîkaya AKP’ê ya li tevayî Tirkiyeyê ev e. Mînak dema namzetê AKP’ê Abdurrahîm Firat li Tekmanê ziyaretê pêk tîne, çend ciwan hêkan davêjinê. Birayê Firat li ser vê çeka xwe derdixe, bi kêr û ço êrîşî welatiyan dikin. Serokê navçeya me birîndar dibe. Çapemeniya Tirk wiha gotibû: HDP’iyan êrîşî neviyên Şêx Seîd kirine. Davutoglu ev di serdana xwe ya Erziromê de bikar anî. Her tişt diyar e, dixwazin provoke bikin. Şêx Seîd jî, Seyîd Riza jî bo HDP’ê nirx in.”
NEHIŞT PEYKERÊ ŞÊX SAÎD BÊ ÇIKANDIN
Seher Akçinar Baha, bi lêv kir ku gel jî bi van lîstikan bawer nake û got: “Hevşaredarên me yên Tekman û Xinisê bertekên tund nîşanê vê dan. Polîtîkayên erzan dikin. Li aliyekî dijminê Şêx Seîd in, li aliyê din jî dikin amûr. Çend meh berê şaredariya Xinisê xwest peykerê Şêx Seîd biçikîne. Lê AKP’ê destûr neda vê. Efkan Ala bi xwe mudaxaleyê vê kir. AKP ya ku tehemulî peykerekî nake, nekare navê Şêx Seîd bigire devê xwe. Mixabin hinek neviyên wî di AKP’ê de namzet in. Lê gel dipirse, çi karê wan di AKP’ê de heye?
Em wek partî dibêjin, kesên di rêya Şêx Seîd de diçin, ne neviyê wî ne. Em neviyên wî ne. Ji ber em xeyalên wî têkoşîna wî dimeşînin.”
Baha da xuyakirin ku AKP olê di tekela dewletê de dibîne û wiha dirêjî da axaftin axwe: “AKP ji bo desthilatdariya xwe olê dike amûr. Wisa li olê dinêre. Em jî dibêjin ev karê wijdanê ye. Ol qadeke xweser e. Lê AKP wisa li meseleyê nanêre. Hemû xebatên siyasî û propagandayan li ser vê dike. Di nîqaşên karên Diyanetê de jî wisa kirin. Di mijara diyanetê de helwesta me zelal e. Saziya Diyanetê di 1924’an de bi avabûna dewletê re, vebû. Em wisa difikirin ku divê bê girtin. Em li şûna Diyanetê saziyeke taybet a di bi navê wezareta baweriyê, de dixwazin. Qada olî divê li dijî kesan wekhev be, divê ne aîdî dewletê be.”
LI HEMBER HDP’Ê ELEQEYEK MEZIN HEYE
Baha axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em giraniyê didin Xinis, Tekman, Qereyazi, Karaçoban, Horasan, Çat, Şenkaya, Koprukoyu û gelek gundên din. Heta niha li navçe û gundan xebat hatiye meşandin. Lê navend hatiye îhmalkirin. Em niha bi awayekî cidî giraniyê didin navendê. Xebatan dimeşînin. Em civînan, hevdîtinan, mîtîngan pêk tînin. Eleqe gelek mezin e. Polîtîkayên HDP’ê dibînin. Ji ber vê eleqe mezin e. Ev li Erziromê tê dîtin. Li dij polîtîkayên AKP’ê, li hemberî yên HDP’ê sempatiyek heye. Li Erziromê ji aliyên cuda kes tên û di HDP’ê de dixebitin. Bi Tirkan re eleqeyek cidî heye. Gelek kes ji AKP’ê tên partiya me. Niha li Erziromê kesên MHP’î tên partiya me û xebatan dimeşînin. Li Erziromê sînerjiyek hat bidestxistin. Lê divê em hîna gelek bixebitin.
Gelek kêmasiyên me hene. Em nekarin xwe bigihînin her derê. Li gundan, taxan civînan organîze dikin, gazî me dikin. Lê em nekarin xwe bigihînin her derê. Di wî alî de pirsgirêk hene. Berê namzetên serbixwe diçûn xebat dimeşandin. Niha wek partî diçin. Ji ber vê divê xebat bê berfirehkirin. Ev jî me dide zorê. Em wek rêxistin digihêjin her derê.”
JI BO JINAN XEBATÊN ME HENE
Baha bal kişand ser xebatên ji bo jinan û got: “Pirsgirêkên jinan mezin û kûr in. Gelek caran naxwazin pirsgirêkên xwe li cem mêran vebêjin. Ji bo vê em bo jinan xebatên taybet dimeşînin. Em bi wan re tên cem hev. Pirsgirêkên wan guhdar dikin.
Dema nû hatim vir, di serê mirovan de pirsnîşan hebûn. Mafdar bûn. Ji ber ku nas nedikirin. Lê hefteyek şûnde ev hatin şikandin. Gel xwedî li me derket. Zû qebûl kirin.
EM Ê SURPRÎZEK MEZIN BIKIN
Li gorî daneyan, em ê du parlamenteran derxînin. Hemû xebatên me ji bo vê ne. Hedefa me ev e ku em li Erziromê du parlamenteran derxînin. HDP di her alî de ji partiyên din pêşdetir e. Têkoşîna afirandina atmosfereke ku hemû kes dikare xwe îfade bike, didin. Li dij pêkanînên xizanî, bêkarî û pêkanînên dij demokratîk têdikoşe. Ji bo ev bikevin jiyanê jî divê HDP bikeve meclîsê. Ji bo vê divê di 7’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê.
Seher Akçinar Baha kî ye?
Di 1982’an de li Semsurê hatiye dinê, ji beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn e. Akçinar Bahar ji ber serê wê girtibû di pêvajoya 28’ê Sibatê de ji dibistanê hat avêtin, 10 sal şûnde ji efûyê feyde girt û di 2013’an de mezûn bû. Akçinar Baha ku ev 15 sal e li Amedê dijî, endamtiya Mazlum-Derê kiriye. Yek ji damezrînera Komeleya Lêkolînê ya Mafê Mrovan û nûnera Amedê ye. Li Sarmaşikê demekê endamtiya rêveberiyê kiriye. Baha delegeya Koma Jinên Azad (KJA) e.