Li Stenbolê zêdetirî 300 kesî hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku li Stenbolê di encama êrîşa polîsan de zêdetirî 300 kesî hatin binçavkirin. Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê Herêma 2. Salîh Şahîn jî di nav kesên hatine binçav kirin de ye.
Hat ragihandin ku li Stenbolê di encama êrîşa polîsan de zêdetirî 300 kesî hatin binçavkirin. Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê Herêma 2. Salîh Şahîn jî di nav kesên hatine binçav kirin de ye.
Di encama êrîşa polîsên destûr nedan kedkar derbasî Taksîmê bibin zêdetirî 300 kesî hatine binçavkirin. Di êrîşa polîsan a Beşîktaşê de, Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê Herêma 2. Salîh Şahîn jî hat binçavkirin.
Maseya Krîzê ya 1’ê Gulanê ya ji Hiqûqnasên Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî, Koma Parêzeran a Hemdem (ÇAG), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya di Hiqûqê de Helwesta Çep, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Parêzerên Beşdar (KAV), Komeleya Hiqûqnasan a Kartal (KHD), Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz (ODAV), Komeleya Hiqûqnasan a Azadîxwaz (OHD) û Weqfa Lêkolîna Civak û Hiqûqê (TOHAV) pêk tê, di daxuyaniya xwe de got ku heta saet15.00'an 245 kes hatine binçavkirin û navê wan ragihandine maseya krîzê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku binçavkirin didomin û wer dihizirin wê binçavkirin zêdetir bibin. Hat diyarkirin binçavkirin herî zêde li derdora Okmeydani, Beşîktaş, Zîncîrlîkuyu, Şîşlî û Dolapdere zêde bûne.
Endamên Maseya Krîzê ya 1’ê Gulanê xwestin biçin Qada Taksîmê, lê bi astengiya polîsan re rû bi rû hatin.
Her wiha du kesên ji Yekîtiya Têkoşînê yên xwestin li Rawestgeha Metro ya Taksîmê li pêşiya Sîmît Sarayi pankartê vekin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Ligel vê hat diyarkirin ku di nav kesên di mudaxeleya polîsan de hatin binçavkirin tûrîst jî hene.