Di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Ewropa de Rojava hat silavkirin

Bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Piştgirî, Tekoşîn û Yekîtiya Navneteweyî ya karker û kedkaran, li gelek bajarên Ewropayê pîrozbahî hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyên ku Kurd jî bi xurtî tevlîbûn de, şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê hatin silavkirin.

Bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Piştgirî, Tekoşîn û Yekîtiya Navneteweyî ya karker û kedkaran, li gelek bajarên Ewropayê pîrozbahî hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyên ku Kurd jî bi xurtî tevlîbûn de, şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê hatin silavkirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê bi organîzeya rêxistinên çep-sosyalîst 1'ê Gulanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Meydana Alte Synagoge de Navenda Civaka Kurd a Freîbûrgê, Dergaha Çanda Elewî ya Freîbûrgê û Navenda Çanda Elewî ya Freîbûrgê jî amade bûn. Di meşa ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî lê hatin bilindkirin de dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Serok APo", "Li dijî faşîzmê mil bidin hev", "Bijî Yekê Gulanê" hatin qîrîn.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê jî Yekîtiya Sendîkayên Elman (DGB) pîrozbahiya 1'ê Gulanê organîze kir. Di mîtînga li Marîenplatzê de gelek partî, sendîka û rêxistinên Elman ên weke Antî-fa'yî, MLPD, ÎGMetal, Dîe Lînke, Anarşîst, Ver.dî û partî û rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên weke MLKP, TKP/ML, MKP, TÎKB, TKÎP, Eniya Gel Û Komeleya Çanda Mezopotamya amade bûn. Di korteja MLKP'ê de ji Ivana Hoffmann heta Paramaz Kizilbaş, ji Sîbel Bûlût heta Serkan Tosûn, ji Emre Aslan heta Sînan Sagir wêneyên şervanên di Şoreşa Rojava û berxwedana li Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, hatin hilgirtin. Piştî axaftinên sendîkayan, partî û rêxistinên Elman, çalakî bi muzîkê bi dawî bû.

NURNBERG

Li bajarê Elmanya Nurnbergê, sendîkayên Elman bi beşdariya Kurdistanî û Tirkiyeyiyan 1'ê Gulanê pîroz kirin. Di meşê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û HDP'ê dirûşme hatin qîrîn û daxwazên kedkaran hatin bilêvkirin.

ZURÎCH

Li bajarê Swîsre Zurîchê jî tevî şert û mercên nebaş ên hewayê bi hezaran kesî 1'ê Gulanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên ji gelên Kurdistan, Tirkiye, Fîlîstîn, Tamîl û Afrîkayê amade bûn. Di axaftinên li mîtînga li Opera Platzê de polîtîkayên kapîtalîzmê yên pêşî li azadiyê digire û rê li ber şer û mêtîngeriyê vedikin, hatin protestokirin.

Komîteya 1'ê Gulanê ku girîngiyeke taybet a Şoreşa Rojava Hevserokê PYD'ê Salih Muslim weke panelîst vexwend. Muslim wê di pîrozbahiyên sê rojan de tevlî panelan bibe.

HENNEBONT

Li bajarê Hennebont ê Fransa sendîkayên karkeran û Kurdistaniyan 1’ê Gulanê pîroz kirin. Çalakî tevî barana zêde jî bi coş dewam kir. Peyama 1’ê Gulanê ya ji Kantonên Kobanê hat bi Fransî hat xwendin. Girseya li qadê piştî xwendina peyama Kobanê bi deqeyan li çepikan da. 
Kurdistanî bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, alên KCK, HPG û YPG/YPJ’ê beşdar bûn.

KOPENHAGENÊ

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka, li Qada Fælledparken a li paytext Kopenhagenê tevlî pîrozbahiya 1’ê Gulanê bû. Li qadê ku nêzî 50 hezar kes kom bûn, Kurdên li qadê konê xwe vedan, rastî eleqeyeke zêde hatin. 

Di kon de ji bo Kobanê û Şengalê stand hatin vekirin, qutiyên alîkariyê yên Heyva Sor a Kurdistanê hatin belavkirin. Dahata hat berhevkirin wê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bê şandin.