Zarokê ket robar jiyana xwe ji dest da

Li Qosera Mêrdînê 2 zarokên ji bo hênik bibin ketin robar yekî ji wan jiyana xwe ji dest da yê din jî rakirin nexweşxaneyê lê jiyana wî di bin xetereyê de ye.

Li Qosera Mêrdînê 2 zarokên ji bo hênik bibin ketin robar yekî ji wan jiyana xwe ji dest da yê din jî rakirin nexweşxaneyê lê jiyana wî di bin xetereyê de ye.

Li Taxa Çatalcaya Qosera Mêrdînê 2 zarokên ku ji bo hênik bibin ketin robar, yekî jiyana xwe ji dest da yê din jî ji aliyê birayê xwe ve hat rizgarkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 4 zarok ji bo hênik bibin ketine Robarê Cîrcîp. Zarokên bi navê Yasîn Karakuş (9) û Barak Karakuş (9) ku xizmên hev in piştî demekî ku avjeniyê kirine bi fetisandinê re rû bi rû mane. Zarokên din ku ev ferq kirine agahî dane malbatê. Ji zarokên ku ji robar derxistin, Yasîn Karakuş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji bo kar û barê otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Baran Karakuş jî ji ber xetereya jiyana wî hebû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Piştî mudaxaleya yekem wî sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê kirin.

Xetereya jiyana Kakuş berdewam dike.